Muslim: Li Sûriyeyê tenê Kurd çareseriyê dixwazin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di pîrozbahiya salvegera damezrandina PYD'ê ya li Kîelê dê de axivî û diyar kir ku tenê Kurd dixwazin xwîna li Sûriyeyê tê rijandin bê sekinandin û çareseriyek pêk were.
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PYD'ê didomin. Di pîrozbahiya li bajarê Kîel ê Almanyayê de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim axivî. Muslim bal kişand ser rewşa li Rojava û wiha got: "Îro li Rojava rastiyek heye; gelekî rêxistinbûyî heye. Pergaleke rast tê meşandin. Hêzên xwe yên parastinê hene. Di serî de Amerîka û Rûsya, hemû hêzên navneteweyî Rojava û pergala xweseriyê baş fêhm kirine, lewma projeya me pêşniyar dikin. Lê di serî de Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî, hêzên herêmî naxwazin Rojava bi hêzên navneteweyî re têkiliyê deyne. Yanî dixwazin ji bejahî ve di warê leşkerî de bi pêş ve biçin û piştre ji aliyê siyasî ve têkiliyê deynin. Rejîm û mûxalefeta Sûriyeyê jî xwedî heman nêrînê ne."
Muslim da xuyakirin ku hin hêzên navneteweyî bi rengekî cidî nêzî pirsgirêka li Sûriyeyê nabin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê tevlîheviya li Sûriyeyê carna gelekî har dibe, carna sist dibe, carna jî tê ji bîr kirin. Bi rastî jî tu hêz êşên gelê Sûriyeyê nabînin. Heta niha bi sed hezaran mirov hatin kuştin û bi hezaran xanî hatin xerakirin. Divê rijandina vê xwînê û ev şer bisekine. Yê ku vê dixwaze, tenê Kurd in. Gelek hêzan di hevdîtinên di Cenevreyê de gotin; 'ger Kurd ne amade bin, dê tevlîheviya li Sûriyeyê çareser nebe'."
(mb)