DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîs û leşkeran bi ser malên Dêrsimê de girt

17 Cotmeh
11:18 2016

DERSIM (DÎHA) - Polîs û leşkeran li Dêrsime hemwext bi ser malan de girt.

Polîs û leşkeran serê sibê li Dêrsimê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. Leşkeran li gundê Harçik bi ser mala welatiyê bi navê Ferhat Guven, li gundê Sorpiyan, bi ser mala welatiyê bi navê Bedri Akyol, li gundê Gazikê bi ser mala welatiya bi navê Nazli Çelik de girtin. Polisan hem bi ser mala Ali Ulufer û hem jî bi ser kargerya wî de girt. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de Çelik û Ulufer binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Polîsan di serdegirtina malan de bang li Guven û Akyol kirin û xwestin biçin îfadeyê bidin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN