DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hêzên Pêşmerge li Mûsilê 5 gund rizgar kirin

17 Cotmeh
10:37 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hêzên Pêşmerge li herêma Xazir a rojhilatê Mûsilê gundên Benda Biçûk, Keberlî, Kanî Heram, Esquf ê li binarê çiyayê Zerde û gundê Ercel kontrol kirin.

Berpirsê Şaxa YNK’ê li Mûsilê Xeyas Sûrçî agahî da RojNewsê û diyar kir ku pêşmergeyan gundê Bedeneyî Biçûk li nêzî bajarokê Hemdaniye kontrol kirine. Xeyas Sûrçî anî ziman ku pêşmerg gundên Bedeneyî Gewre û gundên din jî dorpêç kirine. Surçî, têkildarî encama şer de jî da zanin ku heta niha şehîdên wan kune û çend birîndar hene, ew jî sivik in û wiha got: "Gundê Keberlî ku gundek Kakeyiyane û ser bi bajarokê Hemdaniye ye jî hat kontrolkirin.

Îro serê sibê seat 6:00’an operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û der dora herêma Xazir a rojhilatê Mûsilê destpêkir û heta niha gundên Benda Biçûk, Keberlî, Kanî Heram, Esquf ê li binarê çiyayê Zerde û gundê Ercel kontrol kirin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN