Ebadî: Pêwîst bike em ê li dijî dewleta Tirk jî şer bikin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin ku bi tu awayî ew rê nadin ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê bibin û ger pêwîst bike ew ê bi Tirkiyeyê re şer bikin.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, li paytext Bexdayê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek da. Ebadî da zanîn ku ew rê nadin ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê bibe û wiha got: "Dewleta Tirk ji bo ku beşdarî operasyonê bibe amadekariyên xwe dike, di rewşekî bi vî awayî de em ê her cure erka xweparastinê pêk bînin û ger pêwîst bike em ê li dijî dewleta Tirk jî şer bikin."
Ebadî diyar kir ku berovajî îdîayên Tirkiyeyê, bêy ku agahî bidin wan hêzên xwe anîne herêma Başîkayê, xwestine ku bi dehan car Wezîrê Parastinê îqna bikin û wiha pêde çû: "Me serî li yekîtiya Ereban û Konseya Ewlekariyê ya NY'yê daye. Ji bo derketina hêzên Tirkiyeyê ji herêmê divê zextê bikin. Em carekî din bang li van hêzan dikin. Êdî bertekên xwe zelal bikin. Di vî şerî de hûn alîgirên me ne yan jî yê dewleta Tirk in."
Ebadî destnîşan kir ku bi tu awayî rê nadin ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê bibin û wiha pê de çû: "Ligel ku xaka me dagir jî kirine jî, em li riyên çaresrî û aştiyane digerin. Li gorî vê ger ku di operasyona Mûsilê de xeteriyên li ser me bide avakirin, em ê xwe biparêzin. Ji bo wê ez carekî din dûbare dikim. Wê tenê hêzên Iraqê beşdarî operasyonê bibin. Piştî operasyonê dê asayîşa Mûsilê ji aliyê hêzên polîsan ve bê parastin. Ger ku DAIŞ têk biçe dê Iraq bikeve rewşa dewleta herî bi bandor a herêmê."
(mb)