DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li girtîgehê dermanê zarokên 10 salî didin Rojvanê 6 mehî!

 
17 Cotmeh
09:24 2016

MÊRDÎN (DÎHA) – Seyran Eleftoz, xwîşka Leyla Eleftoz Baran a ku ew û zarokê xwe yî 6 mehî Rojvan Çiya niha di girtîgeha Mêrdînê de ne, diyar kir ku roja ewilî Rojvan heta sibehê bê şîr maye, her wiha li girtigehê nexweş dikeve û bijîşk dermanê zarokên 10 salî didin wî.

Welatiya bi navê Leyla Eleftoz Baran û zarokê wê yê 6 mehî Rojvan Çiya di 11’ê îlonê de dema ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê diçûn navçeya Hezroya Amedê ji hêla cendermeyan ve hatibû binçavkirin. Pişt re Baran bi îdiaya, "endamê rêxistinê ye" hat girtin û ew û zarokê wê Rojvan Çiya şandibûn Girtigeha Tipa E ya Mêrdînê. Dayik û Rojvan ev zêdeyî mehekê ye li girtigehê di bin şert û mercên giran de dijîn. Xwişka Baran, Seyran Eleftoz derbarê girtina xwişka xwe û xwarziyê xwe de, ji ajansa me re axivî. Eleftoz diyar kir ku, dema ji bo şîna birayê wan ji Qoserê diçûn Hezroyê di qontrola rê de xwişka wê tê binçavkirin û got, bêsûc xwişka wê û pitika wê girtine.

'Rojvan 12-13 saetan bê şîr û av ma'

Eleftoz da zanîn ku, dema xwişka wê tê binçavkirin wê dibin dozgeriya Hezroyê û bi saetan ew û pitika xwe tî û birçî tên hiştin. Eleftoz dest nîşan kir ku, xwarziyê wê Rojvan Çiya nêzî 13-14 saetan bê şîr maye û axaftina wiha domand: "Em bi saetan li ber wan geriyan, ji bo em şîr bidin Rojvan. Lê nehiştin. Ji bo em şîr ji Rojvan re bibînin, em bi gund gund geriyan heta me dayikek bi şîr dît. Piştî rojekê Rojvan gihaşt şîr. Rewşa wî ne baş bû, her tim digiriya. Pişt re xwişka min û Rojvan şandin Qoserê. Doza wê li wir berdewam kir. Heta Qoserê me nizanî bû xwişka min Leyla bi çi îdiayê tê darizandin. Heta hat girtin em nû hîn bûn. Dibêjin ku Leyla di bûyera 12'ê çileyê de li ser kesekî hatiye kuştin navê wê derketiye. Ev tiştan di çîrokan de jî derbas nabe. Wê demê xwişka min 7 mehî, ducanî bû. Ez baş dizanim ku tevlîheviyek çêbûye. Divê xwişka min û pitika wê demildest bigihêjin azadiya xwe."

'Bijîşk dermanê zarokên 10 salî daye Rojvanê 6 mehî'

Eleftoz diyar kir ku, ji ber ku Rojvan bêyî dayîka xwe nedisekîn, ew neçar mane Rojvan Çiya bibin girtigehê ba dayika wî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî heftayekê dema em çûn hevdîtinê me dît ku Rojvan pir di bin bandora van buyeran de maye. Êdî nema wek berê dikene. Rojvan dema ket girtigehê 5 mehî bû, niha ket meha 6. Di girtigehan de kesên temenê wan mezin nikarin îdare bikin, dê zarokê 5-6 mehî çawa îdare bikin? Xwarina girtigeha nebaş e. Ji ber vê yekê şîrê dayîkê jî pir kêm e. Heta em mama ji Rojvan re dibin çavên me derdikeve. Hezar pirsgirêkî ji me re derdixin. Rojvan di girtigehê de nexweş ketiye. Dibin ba bijîşkên girtigehê lê bijîşk dermanên zarokên 10 salî daye wî. Çawa ji zarokê 6 mehî re dermanê zarokên 10 salî dinivîsîne?"

(kom/no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN