DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dadgeha Bingehîn got ‘te di wextê wê de serî lê bidana’

 
17 Cotmeh
09:22 2016

AMED (DÎHA) – Melîk Ahmet Say ê ku di 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê rastî îşkenceyê hatibû û ji ber vê serî li Dadgeha Bingehîn dabû, dadgeh serîlêdana wî red kir û wek hincet diyar kir ku, ji ber sûcê îşkenceyê di wextê xwe de ji bo meqamên fermî nehatiye ragihandin, dewlet ji vê ne berpirsiyar e.

Dadgeha Bingehîn, serîlêdana Melîk Ahmet Say ê di dema derbeya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê mafên wî yên jiyanî hatibûn binpêkirin û rastî îşkenceyê hatibû, red kir. Piştî maddeya 15’emîn a demborî ya ji bo derbekar neyên darizandin di referandûma 2010’an de ji Qanûna Bingehîn hat derxistin, Say serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Say di daxwazanameya xwe de diyar kir ku wî di dema 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê îşkence dîtiye û eziyet lê hatiye kirin û xwest peywirdarên cemaweriyên û berpirsiyar ên wê demê li girtîgehê kar dikirin bên darizandin. Dozgeriya ku gilî û gazincên Say girtin, piştî demekê bi hinceta di ser dozê re demeke zêde derbas bûye biryara neşopandinê da. Ji bo betalkirina neşopandinê Say serî li dadgehê da. Piştî ji aliyê dadgehê ve îtiraz hat redkirin, Say di 2015’an de serî li Dadgeha Bingehîn da.

Say di serlêdana xwe de diyar kir ku, di dema derebya 12’ê Îlonê de îşkence û eziyetên hatine kirin, bi awayekî baş û çak ji aliyê saziyên edlî nehatine şopandin û ji ber berpirsiyar nehatine tespîtkirin xesara maddî û manewî ya ku xwe da der nehatiye dabînkirin. Say di daxwznameya xwe de dest nîşan kir ku, îşkence û qedexeya ku di maddeya 17’emîn a Qanûna Bingehîn de cih digire hatiye binpêkirin.

Dadgeha Bingehîn a ku serlêdan qebûl kir û raçav kir, maddeya 15’emîn a ku ji bo derbekar neyên darizanin ku di referandûma 2010’an de ji Qanûna bingehîn hatibû derxistin derpêş kir. Dadgeh diyar kir ku, ev sererastkirin sûcên ku di dema derbeyê de peywiradarên cemaweriyê kirine di xwe de nahebîne. Dadgeha Bingehîn ji bo Say got, ji ber dem derbas bûye, dewlet ne berpirsiyarê vêye. Dadgeh, ji ber sedemên hatin aşkerekirin, diyar kir ku usûla îşkence û eziyetê nehatiye binpêkirin.

Dadgeh ji bo serlêdana Say ev biryara da; “Ji ber bi awayekî aşkere pesendkirineke tune, nayê qebûlkirin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN