Dewlet birîndaran vediguhêzîne navendên tenduristiyê yên ‘qaçax’!
AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) – Hat diyarkirin ku, li Hatayê ji aliyê bijîşkên ku piştevaniya komên selefî dikin bi ambulansên girêdayî Wezareta Tenduristiyê birîndar tên veguhastin û li “navendên tenduristiyê yên demborî” tên tedawîkirin.
Li gelek navçeyên û herî zêde li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê yên sînorên wan bi Sûriyeyê re heye, ji ji aliyê bijîşkên ji Sûriyeyê di bin navê “navendên tenduristiyê yên demoborî” de gelek mûayenexane hatine avakirin. Li gel vê, li navenda Antakyayê jî ev “navendên tenduristiyê yên demborî” hene û ji bo penaberên Sûriyeyê xizmetê berpêş dike. Ev navendên ku tê zanîn bi sermayeya navneteweyî hatine avakirin, tê îfadekirin ku bi piranî ji aliyê bijîşkên ku piştevaniya komên ku li dijî rejîmê şer dikin hatine avakirin. Ji bo kesek li Tirkiyeyê bijîşkiyê bike divê gelek proseduran bi cih bîne û divê ji zanîngehên ku denkbûyîna wan bi yên Tirkiyeyê re hene mezûn bûbin. Lê li Tirkiyeyê ji ber şerê li Sûriyeyê, destûra xebitandina bijîşkên sûriyeyî tê dayîn. “Navendên tenduristiyê yên demoborî” yên hatine vekirin di bin kontrola Gerînendetiyên Tenduristiyê yên Bajaran û Wezareta Tenduristiyê de ne. Lê tê diyarkirin ku, gelek navend bi qaçaxî dixebitin û xizmeta tenduristiyî di bin destan re dikin.
Çete bi ambulansan tên veguhastin!
Tê diyarkirin ku li van navendan endamên rêxistinên selefî dixebitin û her wiha endamên van rêxistinan bi ambulansên Wezareta Tenduristiyê ji bo van navendan tên veguhastin û tedawîkirin.
Li gor ragihandinên çavkaniyeke di qada tenduristiyê dixebite, bi tyabetî kesên di pevçûnên li hawirdora Reyhanli û Yayladagiyê birîndar dibin hîn jî wan tînin sînorê Tirkiyeyê. Dîsa li gor agahiyên heman çavkaniyê, gelek mensûbên rêxistinê yên di pevçûnan de birîndar dibin li nexweşxaneyên sahrayî li ser sîorê Tirkiyeyê tên tedawîkirin û gelek bûyerên mirinê xwe didin der. Sivîlên bi giranî birîndar dibin wan tînin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mûstafa Kemalê, Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê, nexweşxaneyeke taybet a ku ji aliyê sûriyeyiyan ve li Reyhanliyê hatiye vekirin û Nexweşxaneya Dewletê ya Yayladagiyê. Û birîndar li van nexweşxaneyan tên tedawîkirin.
Heman çavkanî dest nîşan kir ku, endamên rêxistinên selefî yên ku rewşa wan giran û li nexweşxaneyên sahrayî nayên tedawîkirin jî, dişînin navnedên tenduristiyê yên ji dêvla nexweşxaneyan hatine vekirin.
'Berpirsiyarî ya Wezareta Tenduristiyêê ye’
Odeya Bijîşkan a Hatayê diyar dike ku, li gor tespîtên wan heta niha 3 “navendên tenduristiyê yên demborî” yên cuda hatine vekirin û dide zanîn ku ev bi awayekî “qaçax” tên xebitandin. Serokê Odeya Bijîşkan Dr. Cengîz Haksoz, îdiayên arasteyî navendên ku tên qalkirin nederewand û anî ziman ku, heta niha mînakeke tespîtkirî nedîtine. Haksoz dest nîşan kir ku, lê divê dîsa jî ev îdia bên lêklînkirin û diyar kir ku, berpirsiyarî ya Wezareta Tenduristiyê û gerînendetiyên tenduristiyê yên bajêr in.
(red)