DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi meha ye 220 cenazeyên YPS û YPS-JIN'ê nehatine teşhîskirin

 
17 Cotmeh
09:21 2016

OZGUR PAKSOY /RÛKEN DEMÎR

AMED (DÎHA) - Li gelek bajarên Kurdistanê bi îlanlankirina qedexeya derketina derve re şervanên YPS û YPS-JIN'ê bi meha li dijî hêzên dewletê şer kiribûn û hin ji wan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi meha ye cenazeyên 220 endamên YPS û YPS-JIN’ê hîn jî nehatine teşhîskirin.

Li Kurdistanê bi îlankirina qedexeyên derketina derve re şervanên YPS û YPS-JIN'ê bi meha li dijî hêzên dewletê li ber xwe dan, bajar û navçeyên xwe parastin. Di şerê li dijî tang û topan de gelek ciwanên Kurdistanê hatin înfazkirin. Malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin, ji bo testa DNA'yê serî li gelek Saziyên Tipa Edlî dan. Malbatên ku bi meha ye mînaka xwînê dane û hêj cenazeyên zarokên xwe negirtine, cenazeyên zarokên wan ji aliyê hêzên dewletê ve li gorîsanên bêkesan hatine definkirin.

223 roj e 13 cenazeyên endamên YPS’ê nehtine teşhîşkirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina derve a ku di 28'ê mijdarê de hatibû îlankirin û di 8’ê adarê de ji aliyê waliyetê ve hatibû gotin ku “Operasyon dawî bûye”, di ser vê re her çiqas 223 roj derbas bûye jî, ji 70 cenazeyî 57 cenaze ji aliyê malbatan hatibûn wergirtin, lê hîn jî 13 cenazeyên aîdî endamên YPS û YPS-JIN’ê nehatine teşhîskirin.

Li Şirnexê 23 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin

Li Şirnexê di dema qedexeya derketina derve a ku di 14’ê adarê hatibû hatibû îlankirin, ji 53 endamên YPS-YPS-JIN’ê ên jiyana xwe ji dest dabûn, ji vana 23 cenaze ji aliyê malbatan ve hatibûn teşhîskirin û wergirtin. Li gel malbatan ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dane jî, hîn jî cenaze nehatine teşhîskirin û her wiha hejmara cenazeyên li Şirnexê jî tam nayê zanîn û yên nehatine teşhîskirin ji aliyê hêzên dewletê ve li navçeya Silopiyayê li goristana bêkesan hatine definkirin.

Li Nisêbînê der barê cenazeyan de agahiyên zelal nayên bidestxistin

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di daxuyaniya xwe y, 31’ê tîrmehê de daxuyandibû ku li Nisêbîna Mêrdînê 51 endamên YPS û YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest dane. Li heta niha zêdeyî 80 cenaze ji navçeyê hatine derxistin û hemû li goristanên bêkesan hatine definkirin.

Li Erziromê 51 cenaze tên rawestandin

Li navçeya Gever a Colemergê di dema îlankirina qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê adarê de hatibû îlankirin, têkildarî vî Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyandibû ku, 51 endamên YPS û YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest dane û ev cenaze li gel malbat ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dane jî, dîsa cenaze ji aliyê hêzên dewletê ve li Erziromê li goristana bêkesan hatin definkirin.

46 cenazeyên hatibûn şawitandin he jî nehatine teşhîskirin

Li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a ku di 14’ê kanûnê de hatibû îlankirin, gelek endamên YPS û YPS-JIN’ê û gelê sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn şewitandin û qetilkirin. Ji van cenazeyên ku hatin şewitandin hê jî 46 cenaze nasnameya wan nediyare û nehatine teşhîskirin. Her wiha tê zanîn ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê 278 kesî piştî danberheviyên DNA’yê hatibûn teşhîskirin, lê ji vana li gel teşhîsê jî hîn gelek jê nehatine dayîn.

220 malbat li bendî cenazeyên xwe ne

Li gelek bajarên Kurdistanê piştî îlankirina qedexeya derketina derve, li dijî hêzên dewletê bi meha berxwedana xwerêveberiyê domandibû û di v berxwedanê de gelek endamên YPS û YPS-JIN’ê û gelê sivîl jiyana xwe ji dest dabû. Ji vana 220 cenazeyên endamên YPS-YPS-JIN’ê bi meha ye nehatine teşhîskirin. Piraniya cenazeyan li Amed, Xarpet, Dîlok, Riha, Meletî, Mêrdîn, Erzirom, Qoser, Silopiya û Şirnexê li goristanên bêkesan haine definkirin û teslîmî malbatan nayên kirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN