Tirba Ehmedê Xanî vegeriya qada înşaetê
AGIRÎ (DÎHA) - Tirba Ehmedê Xanî ya li Bazîdê piştî xebatên restorasyonê û xebatên der û dorê vegeriya qada înşaetê.
Tirba Ehmetê Xanî ya li Bazîdê ji ber karê sererastkirina derdorê û restorasyonê vegeriya înşaetê. Tirba Ehmedê Xanî ya 100 mêtro nêzîkî Qesra Îshaq Paşayê ye û cihê baweri û turîzmê ye, di heman demê de 8 kîlometre dûrî Bazîdê ye. Tirb niha vegeriya ye qada înşaetê. Ehmedê Xanî ku helbestvan, fîlozof û dîroknas e, di sala 1707'an de li Bazîdê wefat kiriye. Tirba Xaniyê ku li Mizgefta Îshaq Paşayê dersên olî dida û bi berhama xwe ya Mem û Zînê tê naskirin, ji hêla gelek kesan ve tê ziyaretkirin. Kesên diçin li ser tirbê diayan dikin û di hewaya tirbê ya manewî de dijîn. Tirba Ehmedê Xanî ku bi salan e xebata restorasyonê te kirin êdî zerar dibîne. Serokomar Tayyip Erdogan di sala 2011'an de dema Bazîd ziyaret kir, soza restorasyonê dabû. Lê 5 sal derbas bûn hêj xebata restorasyonê bi dawî nebûye.
Ev warê turîzmê û warê baweriyê gelek turîstan şaş û matmayi dihêle. Tûristinên ku diçin Qesra Îshakpaşa û Tirba Ehmedê Xanî di halekî xerabe û înşaetê de diînin matmayî dimînin. Kesên ku dixwazin biçin tirbeyê bibînin jî ji ber kesên bi navê "Ewlehiyê" li wir destûr nadin kes nêzî wir bibe.
(mae)