Altan: Tirkiye ber bi pergala dîktatoriyê ve diçe
STENBOL (DÎHA) - Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, bertek nîşanî pêşnûmaya pergala Serokdewletiyê ya AKP û MHP'ê da û diyar kir ku ev ne pergala Serokdewletiyê ye, pergala dîktatoriyê ye û Tirkiye ber bi pêvajoya dîktatoriyê ve diçe.
Li ser daxwaza MHP'ê îktîdara AKP'ê dixwaze pêşnumaya pergala serokdewletiyê amade bike û têxe rojeva meclîsê. Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, bertek nişanî pergala Serokdewletiyê da û diyar kir ku AKP û MHP bi vê pêşnûmayê dixwaze bi vê pêşnûmayê li şûna pergala serokdeletiyê perala dîktatoriyê li Tirkiye serdest bike. Altan, anî ziman ku şerê piştî 7'ê Hezîrane dest pê kir sedem û armanc ev pergal bû û ji bo vê pergala xwe ya Serokdewletî û dîktatoriyê li Tirkiye serdest bike ev şer xist meriyetê. Altan, anî ziman ku bi argumanên mezin dixwaze “Mirovekî mezin, û yek mirov" pêş bixe û wiha got: "Her çend behsa îstikrarê bike jî pêvajoya ku em hatine hemû tiştên dijberî istîkrarê pêş dikevin. Li şûna aşti şer, li şûna aramiyê kuştin û êş pêş dikevin. Dixwazin bi pergala Serokdewletiyê pergala dîktatoriyê pêş bixin.
Ji bo hêzên aştiyê bibin yek ev firsend e
Altan, destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku şer dijwar dibe û binpêkirina mafan zêde dibe sedem û hinceta ku hêzên aştî, demokrasiyê bibin yek û bêtir xwe bi rêxistin bikin zêdetir e. Altan, anî ziman ku divê hemû hêzê muxalif vê pêvajoya ku şer sor dibe baştir binirxînin û ji bo pêşxistina aştî demokrasiyê li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Ev rêyek din li pêş civakê vidike. Li aliyekî hêza ku dixwaze Tirkiye bibe pergala dîktatoriyê pêş dikeve. Li aliyê din heza ku aştî demokrasî aramiyê dixwaze mezitir dibe. Divê em vê hêza aştî demokrasî û aramiyê mezin bike.
Divê CHP û HDP bêtir ji bo aştiyê bibin yek
Altan, destnîşan kir ku pişti hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê pişti niqaşên Serokdewletiyê niqaşên aştî û demokrasiyê ji holê rakirine û xwest di vê pêvajoyê de CHP û HDP bêtir ji bo aştî û çareserikyê bên cem hev û mile aştiyê xurt bikin û wiha got: "Gotina Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu a li dijî Ruhe Yenikapi girîng e. MPH dixwaze her tişti li gori xwe bi rêve bibe. MHP ji 7'ê Hezîranê heta niha hevkariya AKP'ê dike. Şer, nijadperestî sor kir. Lê livir tişta balkêş hêzên aştî û demokrasiye nabin yek. Kêmasiya herimezin belavbûna hêzên aştî û demokrasiyê ye. Ger ku hemû hêzên aştî û demokrasiyê bibin yek dê karibin vî şerî rawestînin.
Di demên borî de dema ji sedî 30'ê civake li dijî şer rawestiyan şer sekinandin. Divê em vê pêvajoya şer ji bo rêxistinbûn û bilindkirina daxwazên aştiyê wekî firsend bibînin û bêtir xwe li dora aştiyê bi rêxistin bikin. Ger ku demokrasî pêş bikeve dê aştî pêş bikeve pirsgirêk çareser bibe. Ji bo aştiyek mayinde divê hêzên aştî û demokraiyê bibin yek.
(mae)