Several Ballikaya: Êdî dema guhertinê ye
STENBOL (DÎHA) - Parêzer Several Ballikaya ku dê di hilbijartinên Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de bi zilaman re pêşbaziyê bike, diyar kir ku bi temsîlyeta wekhev dê nêrîna tekparêz û zîhniyeta zilam a sertest hilweşînin, li baroyê serdemek nû bidin destpêkirin û wiha got: "Êdî dema guhertinê ye."
Baroya Stenbolê ku di warê pîşeya parastinê de yekem rêxistinbûna jinê hatiye avakirin, 16 hezar û 442 endamên jin, 19 hezar û 234 endamên zilam bi temamî 35 hezar û 685 endamên wê heye û xwedî paşeroja 140 salan e dê di 22-23'yê Cotmehê de Civîna xwe ay Giştî li dar dixe. Di hilbijartina ku tê payîn dê ji hilbijartinên dema bihûrî berberîtir be de, dê endamên jin û ciwan ji bo hilbijartina serokatiya baroyê bi bandor bin.
Di hilbijartinê de destpêkê ji Koma Parêzerên Hemdem Mehmet Durakoglu, ji Platorma Serdest a Hiqûqê Mehmet Sari û ji Koma Parêzerê Netewperest ên Stenbolê Alî Riza Kaplan wekî namzet hatini nîşanan. Koma Parêzerên Hemdem û Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz di bin navê Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz hatin ba hev û parêzer Several Ballikaya wekî namzet nîşandan.
Ballikaya di dîroka 140 salî ya baroyê de yekemîn namzeda serokatiya baroyê ye, komê di lijneya rêveberî, venêrîn û dîsîplînê de nûnertiya wekhev bingeh girt. Ballikaya ku dê bi 3 namzedên zilam re pêşbaziyê bike, diyar kir ku ew dixwazin di hemû xebatên baroyê de jinan bi bandor bikin. Ballikaya di rêveberiyê de rêjeya jinan a ji sedî 50 bingeh girt û derket rê di heman demê de bi lîsteya xwe ya hilbiartinê li hemberî daraza serdest serî radike. Ballikaya derbarê armanc û rêya ku ew dişopînin de ji ajansa me re axivî.
Ballikaya, anî ziman ku ew di rêveberî û cihên din de wekheviyê bingeh digirin û wiha got: "Yekemîn koma vê wekheviyê pêk tîne em in. Piştî me hilbijartin qezenc kirin em bawer dikin baroya ku ked û hêza jinan tevlîbûyî de em ê gelek tiştan bi ser bixin. Em ê jinan bi bandor bikin. Em li bendê ne ku jin di dema hilbiartinan de van xebatan bibînin. Êdî divê dawî li zîhniyeta serdest a baroyê bê anîn ji ber ku eb bandora xwe li baroyê dike."
'Em ê li baroyê serdemek nû bidin destpêkirin'
Ballikaya, da zanîn ku baro ne tenê bi zîhniyeka serdest bi zîhniyetek din a parelel jî tê birêvebirin û wiha pêde çû: "Bi zîhniyeta serokatiyê tê birêvebirin. Em ê jinan di baroyê de bi bandor û diyarker bikin. Her wiha em ê bi sazî û komîsyonên baroyê re bi awayekî wekhev xebatan bidin meşandin û em ê di dema hilberînê de nêrîna rêvebirinê bidin pêşxistin. Em ê vê demokrasiyê di nava xwe de bidin destpêkirin û em ê di karê xwe de jî bidin diyarkirin. Em ê vê zîhniyeta serdest û yekparêz hilweşînin û li baroyê serdemek nû bidin destpêkirin."
Ballikaya, bi lêv kir ku baro nêrînek ku ji pirsgirêkên jinan dûre dide nîşandan û wiha domand: "Baroya Stenbolê ji bo bidawîkirina newekheviya ya li hemberî jinan tu helwest nîşan ne da. Xebatek neda meşandin û derbarê vê yekê de tu zext li îktîdarê nehat kirin. Mînak, piştîqetilkirina Ozgecanê gotibûn 'em ê şopdarê vê bûyerê bin' lê piştî vê daxuyaniyê tu tiştek din ne hat kirin. Jinên ku nû dest bi kar kirine û parezerên jiwan terkî qedera wan hatine kirin, karê me yê duyemîn ew e ku em pirsgirêkên parêzerên ciwan ên ku nû dibin parêzer çareser bikine. Tu ewlehiya parêzerên jin ên ku xwedî zarokin tuneye û ev ne ketiye rojeva baroyê jî. Yek ji pîşeyên ku herî zêde ku ked lê tê xwarin parêzeriye. Divê baro li hemberî vê çareseriyekê pêş bixe." Ballikaya, da xuyakirin ku divê derfet ji bo parêzerên jin ên ku nû dest bi kar dikin bên afirandin û wiha got: "Derfetên baroyê yên aborî hene. Hêza ku di destê baroyê de ye di vê mijarê de bi hêze. Em dixwazin êdî jin prîmê nedin van nêrînan."
Hevgirtin li hemberî bêdengiya baroyê hatiye avakirin
Ballikaya derbarê pirsa ji bo li hemberî "bêhiqûqiyên" dadgeriyê yên di pêvajoya dawî de muxalefetek bi hêz bê avakirin dê Parêzerên Hemdem ên Aştîxwaz têkoşînek çawa bidin meşandin bersiva: "Koma Parêzerên Hemdem û Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz biryar dan ku ni hevre tevlî hilbiartinê bibin. Ev her du kom di bûyerên civakî û siyasî de bi hevre têkoşîn didan meşandin. Jêdera wan jî yeke bû. Ev têkoşîna her du aliyan a bi hevre nikare bêgoitin ku bandor li baroyê kiriye. Şert û mercê ku welat di nav de ye, bi OHAL û KHK'ê welat tê birêvebirin û em di pêvajoyek ku welat vegerandine girtîgeha ser vekirî de derbas dibin. Zext û îşkence gihştiye lûtkeyê. Her wiha girtin û ji karderxistin jî wiha. Li hemberî van bûyeran ji bo têkoşîn bê dayîn vînek hevpar derdikeve holê. Parêzer jî yek ji pişeyên ku di navenda van pirsgirêkan de cih digire. Bi xwe jî heman pirsgirêkan dijîn. Baro li hemberî pirsgirêkên siyasî û civakî bêdeng dimîne û ji nedîtî ve tê, ji ber wê ev hevgirtin li hemberî vana hatiye avakirin û vê hevgirtinê motîvasyonek mezin daye avakirin."
'Baro li hemberî hemû pêkanînan bêdeng ma'
Ballikaya, destnîşan kir ku rêveberî bi rêya polîs û dozgeran hemû qadan kontrol dike û aliyên muxalif bi mekanîzmeya kontrolê tasfiye kiriye û ev tişt anîn ziman: "Hemû saziyên demokratîk hatine girtin. Rêveberî ber bi rêya yekdengî ve dimeşe. Wekî aliyek dadgehê, baro ji van bûyeram dur tê dîtin lê di demên dawî de baro bûne parçeyek ji vê pergala rêveberiyê. Baroya Stenbolê û Yeketiya Baroyê Tirkiyeyê li hemberî, îşkenceyê di bin çavan de, hilweşandina bajaran û ji karderxistina hezaran kedkaran helwestek nîşan nedan û li hemberî 3 hezar û 500 dadgerên ku bê hincet û bi îmzeyekê ji kar hatin dûrxistin bêdeng ma. Em bi pêkanînek ku hemû saziyên peywira wan parastine ketine bin kontora qesrê re rûbirû ne. Ev jî bi xwere tahlukeya ku dê aliyên muxalif nemînin bi xwe re tîne. Dê bi tasfiyekirina aliyên muxalif re tu saziyên ku dengê xwe derbixînin nemînin. Baroya Stenbolê li hemberî van pêkanînan dengê xwe dernaxîne. Ev rewşek nerêniye. Em bi hêvîne ku dê bi vê muxadaleyê rêyên nû vebikin."
'Em dibêjin em hene û em ê bi hev re bikin'
Ballikaya, diyar kir ku peyama "Em hene û em ê bi hevre bikin" tê wateya vîna tevgera bi hevre û wiha axivî: "Em dixwazin ku parêzerên ciwan û jin ên ku dixwazin ji vê rewşê re bêjin 'êdî bese' dê piştgiriyê bidin me. Dê bibînin ku ev gotinên me ne vala ne. Dê baroyek nû bibînin. Em dibêjin em hene û em ê bi hev re bikin. Êdî dema guhertinê ye."
(mb)