Li Dersimê bombebaran û operasyon
DERSIM (DÎHA)- Piştî di saetên êvarî de Geliyê Pilemûriyeyê bi helîkopteran hat bombebarankirin, li herê gelek leşker hatin daxistin.
Li Geliyê Pilemûriyeya Dersimê liv û tevgera helîkopteran bi bombebaranê dewam kir. Bombebaran ku ji aliyê helîkopterên kobrayî 2 saetan domand, pişt re bi helîkopterên Skorskyî gelek leşker li herêmê hatin danîn.
Li gor çavkaniyên herêmî gelek leşker li Çiyayên Demanan, Çiyayên Heyderan, li bejahiya gundê Borê, li herêmên geliyên Elî Qol, Kesîsîz û Rojê yên Geliyê Pulumuriyeyê hatine danîn û her wiha hat ragihandin ku, li herêmê liv û tevgera hewayî jjî didome.
Li navenda bahêr li gel domandina liv û tevgera hewayî, di malpera ( saet 15.49-16.32)TSK’yê de jî hat daxuyandin ku, 2 balafirên şerî yên ji Balafirgeha Erhaçê ya Meletiyê rabûne herêm bombebaran kirine.
Sewqiyata leşkeran a bi helîkopteran ber bi herêmê ve didome.
(red)