DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Dê li Mereşê navenda AFAD’ê bê avakirin

16 Cotmeh
21:18 2016

MERÊŞ (DÎHA) – Alîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak diyar kir ku, ibe ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê re ber bi Tirkiyeyê ve pêleke koçberiyê dest pê bike û got, ew ê li Mereşê navendeke AFAD’ê ava bikin.

Alîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak ê ji bo danîna hin temasan hat Mereşê, beşdarî civîna ku veberhênaniyên li bajêr lê dihatin nîqaşkirin bû. Kaynak ê ku di civînê de axivî, diyar kir ku dê li bajêr navendeke AFAD’ê bê avakirin. Kaynak di axaftina xwe de ev tişt ragihandin: “Li Mereşê veguhastina sûriyeyiyên ji bo bajarê konteynirî didome. Bi vê re, dibe ku bi operasyona Mûsilê re em rastî pêleke koçberiyê bên. Divê ji bo vê amadekariyên me hebin, ji ber vê yekê xebatên me yî AFAD’ê bênavber didomin. Dê li Tirkiyeyê 2’yemîn navenda AFAD’ê li Mereşê bê avakirin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN