DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qedexeya li Çemçê 15 rojên din jî hat dirêjkirin

16 Cotmeh
18:38 2016

QERS (DÎHA) - Walîtiya Qersê ya ku li bejahiya Çemçê Madûrê 2 meh berê qedexe îlankiribû, dema heman qedexe 15 rojên din jî dirêj kir.

Bejahiya Çemçê Madûrê ya Qaxizmana Qersê, du meh berê ji aliyê Walîtiya Qersê ve wek "Herêma Ewleyiya Taybet" hatibû îlankirin, walîtiyê dema heman qedexeyê 15 rojên din jî dirêj kir. Di daxuyaniya Walîtiya Qersê de hat diyarkirin ku, dê qedexe heta 25'ê cotmehê bidome.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN