DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çalakiya rûniştinê ya DBP û HDP’ê bi dawî bû

 
16 Cotmeh
18:16 2016

AMED (DÎHA)- Çalakiya rûnisştinê ya Rêxistina DBP'a Amedê ya li dijî operasyonên qirkirina siyasî dest pê kiribî, di roja 5’emîn de bi dawî bû.

Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê yên Amedê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî li ber avahiya DBP’a Amedê 5 roj berê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Li gel rêveberên DBP, HDP yên navend û navçeyên Amedê, TUHAD-FED’ê gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha di dema domandina çalakiyê de polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî avahiya DBP’ê dorpêç kiribûn.

Piştî 5 rojên çalakiyê, Alîgirê Hevserokê HDP’a Amedê Nevzat Ozgen diyar kir ku ew operasyona qirkirina siyasî şermezar dikin û wiha got: “ Parêzerên me îro çûn û hevalên me ê ku niha binçavan de ne, dîtin. Niha hevalên me li eywana sporê ya muduriyeta polîsan tên rawestandin. Me agahî ji hevalên xwe wergirtin û em îro çalakiya xwe bi dawî dikin.”

(rd/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN