Bernameya taybet a ji bo Şirnexê saet 20.00'an destpê dike
ŞIRNEX (DÎHA) - Bernameya taybet a ku Stêrk TV'yê ji bo alîkarî û piştgiriya bi gelê Şirnexê re amade kirî saet 20.00'an destpê dike.
Li Şirnexê qedexeya derketina derve û hilweşandina bajêr a ji aliyê hêzên dewletê ve 7 meh li pey xwe hiştin. Bi nêzîkbûna zivistanê şert û mercên jiyanê yên gelê Şirnex ku jiyana xwe di konan de berdewam dikin girantir dibin. Stêrk TV'yê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa gelê Şirnex her wiha alîkarî û piştgiriya bi gelê Şirnexê re bernameyek taybet amade kir. Bernameya taybet a ji bo alîkariya Şirnexê îşev li gor saeta Amedê 20.00'an destpê bike û heya 24.00'an berdewam bike.
Telefonên ku her kes dikare pê tevlî kampyanya alîkariyê bibe wiha ne:
0032 53 66 77 31
0032 53 64 88 27
(kom/no/mae)