DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

DAIŞ`ê Dabiq teslîmî Tirkiyeyê kir

16 Cotmeh
16:33 2016


NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)
- Çeteyên DAIŞ`ê bajaroka Daqbiq û Soran radestî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nîçeyan a Hawarê (ANHA) piştî Cerablusê, çeteyên DAIŞ`ê bajaroka Soran û Dabiq ên herêmên Şehbayê ku cihekî wan a stratejîk heye, radestî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide û di bin navê Mertalên Firatê tevdigerin kir. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê her du bajarokan derketin çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide ketinê û bajarok dagirkirin.

Bajaroka Dabiq ku 35 km li bakûr rojhilat bajarê Helebê dikeve, çeteyên DAIŞ`ê di 13`ê tebaxa 2014`an de dagir kir.

Bajaroka Dabiq ku wekî semboleke olî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê naskirin, tevî gelek aliyan got ku çete bi hêsan dev ji bajarok bernadin, lê çeteyên DAIŞ`ê xwe ji Dabiq vekşandin bê ku pevçûn di navberî wan û çeteyên Tirkiyê de derkeve.

Di heman demê de jî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide gundê Tilelîn û Ihtîmalat ên dikevin başûr rojhilatê Ezazê dagirkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN