DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Navenda DAD'ê bi lokme û niyazan hat vekirin

 
16 Cotmeh
15:45 2016

DERSIM (DÎHA) - Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên a Demokratik (DAD) li Dersimê bi lokme û niyazan vebû.

Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên a Demokratik (DAD) li Dersimê avahiya xwe bi lokme û niyazan vekir. Bernameya vekirinê li Kolana Hunerê pêk hat. Di vekirinê de Pîrên Ocakê, Hevserokên DAD'ê yê navçeyan û bajar, endam û rêveberên DBP, HDP, KÎD, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên êzdî, Hevşaredarên Dêrsimê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Pîrê Ocaxa Baba Mansur Pakî Aydin bi duayên meydanê vekirin pêk anî. Piştî duayan axaftin hatin kirin. Dayika Ocaxa Kureyşan Rahime Kizilkaya, anî ziman ku Kerbela hej didome û wiha got: "Gelek warên pîroz ên li Dersimê hatine qedexekirin. Li heremê ziman, çand û bawerî hatin tunekirin. Dixwazin elewiyan ji nirxên wan dûr bixin."

Hevserokên Giştî yên DAD'ê Ayten Şimşir û Dursun Demirtaş diyar kir ku divê Reya Haq li gorî cewherê çanda elewiyan bê jiyandin û parastin. Herî dawî Pîrê Ocaxa Şıx Çoban Zeynel Kete jî got "Dest bidin dest û dest bidin Haqq" xwest li ser rêya heq û bawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Heri dawî piştî axaftinan duayên aşûrê hat xwindin. Vekirin bi dua, lokme û niyazan pêk hat.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN