Hevşaredarê Lîzê hat binçavkirin
MÛŞ (DÎHA) – Hevşaredarê Lîzê Mehmet Tanriverdî hat binçavkirin.
Hevşaredarê bajaroka Lîzê ya navçeya Kop a Mûşê Mehmet Tanriverdî hate binçavkirin. Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Lîzê bi hinceta îfadeya wî heye gazî li Tanriverdî kir û Tanriverdî li qerepolê hat binçavkirin. Hate hînbûn ku Tanriverdî li Yekîneya Qomandoyan a Cendirmeyan a Kopê tê girtin.
Di 13'ê cotmehê de jî Hevşaredara Lîzê îpek Kaya hatibû binçavkirin û bi şerta kontrola edlî hatibû berdan.
(sa)