Li Colemêrgê teqîn: Leşkerek mir
COLEMÊRG (DÎHA) - Leşkeran dema li ser riya Colemêrg-Wan karê paqijkirina mayînan dikir teqînek pêk hat û di teqînê de leşkerek mir.
Li herêma Erzîkî dema leşkeran li ser riya Colemêrg-Wan karê paqijkirina mayînan dikirin teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de leşkerek miriye û leşkerek jî birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku leşkerê birîndar bûye rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
(mb)