DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Keyayê hat tayînkirin hat kuştin

 
16 Cotmeh
13:25 2016

WAN (DÎHA) - Şaredarê bi qeyûmê tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, Keya Mehmet Şefik Dogu tayînî şûna endamê meclîsê kir. Keya piştî hat tayînkirin rastî êrîşa çekdarîhat û hat kuştin.

Qeymeqamê ErdîşêMehmet Şîrîn Şaşar ê wekî Şaredar tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, li şûna Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'î Keyayê taxa Latifiye Mehmet Şefik Dogu tayîn kir. Dogu piştî ku wekî endamê meclîsa şaredariyê hat tayînkirin, rastî êrîşa çekdari hat. Dogu ku bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê der barê êrîşe de lêpirsîn hat destpêkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN