'Ji jinê, ji kurdî û ji Tahîr Elçî aciz bûn'
ÎZMÎR (DÎHA) - Di Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de parêzer a OHD'î Fatma Demîrer a ku bi kurdî Tahîr Elçî bi bîr anî û rastî êrîşê hat wiha got: "Axaftina jinekî ya bi kurdî û Tahîr Elçî bi bîr anîn, di heman demê de rexnekirina AKP'ê ew aciz kirin."
Baroya Îzmîrê ku 7 hezar û 500 parêzer endam in ji bo rêveberiya xwe ay nû diyar bikin û pirsgirêkên xwe yên pîşeyî nîqaş bikin duh di Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de hatin cem hev. Di roja yekem a civînê de rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Fatma Demîrer ji ber ku bi kurdî Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin bi bîr anî rastî êrîşa parêzerên nijadperest hat.
Nûnerê Koma Parêzerên Neteweperest ê ÎZmînê Yusuf Ozmen di axaftina xwe de gotina "Hadê xwe bizanibin ev der kursiya parêzeran e. Hûn kîn e jî di vî kursiyê de Tahîr Elçî bi bîr tînin û bi kurdî diaxivin. Ma Tahîr Elçî kî ye parêzer e? bi kar anî û ev gotin rastî nerazîbûna parêzeran hat.
Heqereta li dijî Elçî dê bibin darazê
Parêzer Fatma Demîrer têkîldarî mijarê got ku dîwanê xwestiye mudaxaleyî rewşê bike lê piştî slogana "Tahîr Elçî rûmeta me ye" parêzer ji salonê derketin. Demîrer wiha axivî: "Me axaftina xwe bi temamî diyarî Tahîr Elçî kir. Me ji ber reşwa ku kurd dijîn îxtidara AKP'ê rexne kir. Jibilî vê min axaftina xwe bi dawî kir. Min serkeftin xwest. ez difikirim ku ji ber vî helwesta OHD'ê aciz bûn."
Demîrer anî ziman ku Koma Parêzerên Neteweperest ê Îzmîrê yek ji koma ku ket hilbijartinê bû, wekî komên din ji bo deng bixwaze derket kursiyê, ligel vê yekê jî OHD a ku neketiye hilbijartinê kir hedef. Demîrer got ku piranê yên ku derketin dikê zilam bûn û wiha berdewam kir: "Piranî zilam derketin kursiyê û axivî. Dîsa hejmara jinan kêm bû. Axaftina jinê ya bi kurdî û bi bîranîna Tahîr Elçî û di heman demê de rexkirina AKP'ê di wan de bû sedema acizbûnê. Lê di esase xwe de dema ku hersê tişt hat cem hev ev acizbûn derket holê."
Demîrer diyar kir ku ew ê têkîldarî heqeretan dozê vekin û wiha got: "Em ê ji baroyê dîmenan bixwazin. Me rewş ji Baroya Amedê re ragihand. Ji malbatê jî em ê wekalet bixwazin û dozê vekin. Baroya Amedê jî got ku ew ê heta dawî bibin şopdarê dozê."
(sa)