Kal û pîra 70 salî şandin girtîgehê
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê pîr û kalê 70 salî Fatma Tag û Abid Tag bi îdaya "alîkarî daye rêxistinê" hatin girtin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê piştî bûyera 11'ê cotmehê di serdagirtina polîsan a li taxa Dagkapiyê 2 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dabûn û piştî bûyerê xwediyên malê Abid Tag, Fatma Tag, Muhamet Tag û cîranên wan Abdurahîm Budak û Mehmet Budak jî xistibûn bin çavan. Piştî 5 rojan Midûriyeta Polîsan a Cizîrê her 5 welatî sewqî dozgeriyê kirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.
Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizirê bi îdiaya "alîkarî dane raxistinê" biryara girtina kalê 70 salî Abîd Tag û Fatma Tag a 60 salî da. Her wiha kurê Fatma û Abîd Tag, Muhamed Tag, cîranên wan Abdulkerîn û Mehmet Bûdak serbest hatin berdan.
Hate hînbûn ku Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
(kom/no)