Xwendekarên şertên yurdê şermezar kirin rastî êrîşê hatin
16 Cotmeh
12:18
2016
WAN (DİHA) - Xwendekarên Zaningeha Yuzuncu Yilê yên şert û mercên yurda zanîngehê şermezar kirin rasti erîşê hatin. Polîsan di êrîşê de 2 xwendekar binçavkirin.
Xwendekarên zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) yên şert û mercên Yurda Krediyan a Zaningehê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Xwendekarên şevê din saet di 23.00'an de li peş xwaringeha navendi kom bûn û siloganên "Rêveberî îstîfa bike" berz kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşa polîsan de 2 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekaren hatin binçavkirin birin Midûriyeat Polîsan a Wanê.
(mae)