Teqîna mayina tirkiye 3 welatiyên Rojava kuşt
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gundê Mezra Şahîn ê di bin dagirkeriya Tirkiyê mayîn teqiye û 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din endamên DAIŞ’ê gundên Um El-Hoş û gundê Um El-Qura ên girêdayî herêmên Ezazê topbaran dikin.
Çavkaniyên gundê Mezra Şahîn a dikeve rojavayê bajarokê El-Raî diyar kirin ku mayîn bi sivîlan de teqiya ye û di teqînê de 3 welatiyên gund ku yek jê zarok e jiyana xwe ji dest dan û hinek sivîl birîndar bûn.
DAIŞ topbaran dike
Komên çete yên DAIŞ’ê saet di 08.15’an de dest bi topbarana gundên Um El-Qura û Gundê Um El-Hoş ên herêma Ezazê kir. Çete di topbaranê de hawanan û topên cuhenem bikar tînin. Di êrîşê de zerar û ziyan çêbû. Gundê Um El-Hoş û Gundê Um El-QUra di 30’ê tebaxê de ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin.
(mae)