Li Pulurê 3 leşker birîndar bûn
DERSIM (DÎHA) - Li Pulurê di encama qezeya trafîkê ya wesayîta zirxî de 3 leşker birîndar bûn.
Wesayîta zirxî ya polîsan dema li nêzî gundê Pîlvenk a Pulura Dêrsimê kontrola rê dikir qeza kir. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 3 leşker birîndar bûne. Hat zanîn ku rewşa leşkeran başe û wesayîta zirxî jî ji cihê bûyerê hat rakirin.
Li aliyê din rêya Pulurê ya ku duh di saetên şevê de bi hinceta kontrolkirina rêyan hatibû girtin ji hatin û çûyînê re hat vekirin.
(mb)