DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

YBŞ/YJŞ: Divê Iraq me bi fermî vexwîne operasyona Mûsilê

 
16 Cotmeh
11:14 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Fermandariya YBŞ/YJŞ diyar kir ku di van rojan de ku operasyona Mûsilê dest pê dike, ew li bendê ne ku hikûmeta Iraqê têkoşîna wan a heyî fermî bike û wiha got: "Em dixwazin hikûmeta navendî helwesta xwe zelal bike û bi awayekî fermî me vexwîne operasyonê."

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê, derbarê operasyona Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Fermaqdariyê da zanîn ku di van rojên ku nîqaşeke berfireh li ser operasyona Mûsilê tê kirin de, mijara herî zêde li ser tê rawestîn, tevlîbûna hêzan a operasyonê ye û ev tişt ragihandin: "Wekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê zêdeyî du sal in em bi rengekî çalak li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Şengal yek ji herêmên herî girîng ên wîlayeta Mûsilê ye. Hêza sereke ya vê herêmê diparêze, hêza me ye. Lewma operasyona li Mûsilê û pêkhateya rêveberiya piştî rizgarkirina Mûsilê were avakirin, me ji nêz ve eleqedar dike."

Fermandariye di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt diyarkirin: "Komkujî û dagirkeriya li dijî gelê wan, ji Mûsilê hat birêvebirin. Mirovên me li wir hatin kuştin, şewitandin û hêjî bi hezaran mirovên me li wir dîlgirtî ne. Hêjî gelek êrîşên li dijî Şengalê li Mûsilê tên birêvebirin. Wekî din, rêveberiya nû ya piştî rizgarkirina Mûsilê were avakirin, me ji nêz ve eleqedar dike. Li cihekî ku nakokiyên navbera gelan û mezheban lê zêde ye, sîstemeke rêveberiyê ya ku vîn, çand û baweriya civaka me ya Êzidî qebûl nake, wê ne demokratîk be û em ê jî sîstemeke ne demokratîk qebûl nekin. Mûsileke ku hêzên vîna gelê me temsîl nake tê de hebe, dê civaka me ya Êzidî temsîl neke. Ger sîstema li wê derê were avakirin li ser bingeha xweşbîniya gelan, mezheban û baweriyan nebe, ev yek dê herî zêde gefê li Êzidiyan bixwe. Êşên giran û tecrûbeyên me, hînî me kirine ku divê em çarenûsa xwe nedin destê kesekê. Ji ber vê yekê, wîlayeta Mûsilê ku Şengal jî li sere me ji nêz ve eleqedar dike.

'Em dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin'

Bi taybetî hebûna dewleta Tirk a li Mûsilê, nîşaneya komkujiyên nû yên li dijî gelê me. Ji 74 fermanan 65 ferman ji aliyê Osmanî û dewleta Tirk ve hatine kirin. Gelê me ev yek tu carî ji bîr nekiriye, wê ji bîr jî neke. Hebûna dewleta Tirk a li vê derê, hewldana ferman û dagirkeriyeke nû ye. Em ê vê dagirkeriyê bi tu awayî qebûl nekin.

'Em li benda vexwendina operasyonê ne'

Weke YBŞ û YJŞ'ê, rêxistin û hebûna me ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê qebûlkirin û zêdeyî du sal in, li wîlayeta Mûsilê em bi rengekî aktîf li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Di van rojan de ku operasyona Mûsilê dest pê dike, em li bendê de hikûmeta Iraqê têkoşîna me ya heyî fermî bike. Lewma em dixwazin hikûmeta navendî helwesta xwe zelal bike û bi awayekî fermî me vexwîne operasyonê."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN