Bombe xistin devan û îşkence kirin
WAN (DÎHA) - Sê welatiyên astengdar ên li mala ku Mahmut Çar lê hat kuştin hatin binçavkirin, hatin berdan. Welatiyên astengdar îşkenceya li wan hat kirin vegotin. Welatiyan diyar kirin ku îşkenceyek hovane li wan hat kirin û ligel meh derbas bûn hêj şopa îşkenceyê li ser bedena wan e.
Di 1'ê Gulanê de polîsên taybet li taxa Xaçortê ya Rêya Armuşê ya Wanê bi ser malekê de girtibûn û welatiyê bi navê Mahmut Çar qetil kiribûn. Polîsan piştre welatiyên astengdar Adîl, Mazlum û Keser Gur ên li male binçavkirin û di bin çavan de îşkenceya giran li wan kirin 3 welatiyên astengdar û Abdi Aslan, piştî di bin çavan de rastî îşkenceya giran hatin sewqi dadgehê hatin kirin û heyeta dadgehê bi îdîaya "propaganda rexistinê kirine" û "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê dabûn û şandibûn girtîgehê. Berê ji ajansa me bi nûçeyên çêkir diyar kir ku welatiyên astengdar li Qereqolê û li Girtîgeha Tîpa M a Wanê rastî îşkenceyê hatine. Welatiyên ku hatin girtin 3 kes di 12'ê Cotmehê de hatin berdan. Piştî ku hatin berdan serpêhatiyên xwe bi ajansa me re parvekirin. Lê ji heman dosyayê Adîl Gur nehat berdan û hêj girtî ye.
Hêj şopa îşkeneyê heye
Welatiyên astengdar, li ser îtiraza parêzaran piştî 6 meh şûnde hatin berdan. Welatiyên hatin berdan hêj şopa îşkenceya li ser bedana wan jê neçûye. Welatiyên hatin berdan diyar kirin ku dema polîsên taybet bi ser malê de girtin ew li malê dev û rû dirêj kirin û îşkenceya herî giran li wan kirin. Welatiyan anîn ziman ku polîsan bombe xist evê wan û li wan dan û ew tu carî wê îşkenceyê ji bîr nakin. Welatiyê astengdar Keser Gur, da zanîn ku ji ber îşkenceya giran şopa îşkenceyê hêj li ser bedana wan heye û hêj şopa îşkenceyê neçûye û wiha got: "Li ber çavê min Murat Çar hat infazkirin. Polîsên Tîmên Taybet, pişti Çar înfaz kirin hemû endamên malê li erde dirêj kirin. Li me da û îşkence li me kir. Bombe xistin devê min û li min dan. Diranên min şikandin. Dema bombe xistin devê min bi tekmeyan li min dan."
Em li ber tuwaletê diêj kirin
Gur, destnîşan kir ku pişti li malê li wan îşkene kir, piştî birin girtîgehê jî îşkence li wan kirin. Gur, da zanîn ku rêveberiya girtiğehê li girîgehê dîsa ew li erdê dirêj kirin û li wan îşkence kir û wiha got: "Em birin beşa bêaliyan. Me xwest em derbasî beşa siyasiyan bibin. Lê em nebirin wir. Rêveberên girtigehê gotin 'Ger ku hûn biçin wir dê zilmê li we bike' û gef li me xwarin. Li wir jî em li ber tuwaletê didan razandin. Her tişt li wir wekî îşkenceyêbû. Her dem karê giran bi me dikir. Gelek caran me daxwazname da û me xwest em biçin aliyê girtiyên siyasî. Lê heta demek dirêj destur nedan. Herî dawî em çûn beşa girtiyên siyasî.
'Em tazî kirin û îşkence li me kirin
Mazlum Gur (17) jî anî ziman ku dema polisan bi ser mala wan de girt ew li derve li cem kevokên xwe bû û polîsên tîmên taybet bi lêdanê ew bir hurdir û li hurdir îşkenceli wî kir. Gur, da zanin ku dema çû hundir polîsan bav, dayik û mamê wî li erdê dirêj kiribûn û çêr li wan dikir. Gur, da zanîn ku piştî ew birin hundir ew jî li erdê dirêj kirin û pê li wî kirin û wiha got: "Dem ez li hundir bûm Kesê li hundir înfaz kirin û bi ledanê em biçnavkirin. Em birin şaxa TEM'ê û li wir jî îşkenceyê berdewam kir. Em birin ku li me dan û çêr li me kir. Em tazi kirin û li me dan. Îşkenceya herî kiran li me kirin."
Gotin 'Em dê li derve te bikujin'
Gur, anî ziman ku li şûna wî bibin şaxa zarokan ew birin Şaxa TEMê û li wir gefa "Em dê te li verve bikujin" li wî xwarin û wiha berdewam kir: "Polîsan bi xwe îfade amade kirin û bi zorê bi min dan îmzekirin. Dema em derxistin dozgeriyê jî disa gef li min xwarin û gotin "Ger ku tu vê îfadeya polîsan dubare neke" em dê te li derve bikujin u gef li min xwarin. Lê dîsa dema ez deretim peşerî dozger min got li min îşkence kirine û bi zorê kaxiz bi min dane îmzekirin. Lê dozger ji min bawar nekir. Bawer nekir ku ez rasti îşkenceyê hatime."
Abdi Aslan jî hean tişt anî ziman û diyar kir ku hem li malê u hem jî li qereqola polîsan rastî îşkenceya giran hatiye.
(mae)