DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Keda karkerên jin tê xwarin

 
16 Cotmeh
09:10 2016

MANÎSA (DÎHA) - Li Navçeya Saruxanli ya Manîsayê karkerên jin ku rojê 10 saetan dixebitin keda wan ji aliyê patron û simsar (dayibaşi) ve tê xwarin.

Li navçeya Saruhanli ya Manîsa karkerên jin ên ku di nava zeviyên îsotan de dixebitin keda wan ji aliyê patron û simsaran ve tê xwarin. Karkerên jin ên karê îsotan dikin her roj saet di 06.00'ê şeveqê de li ramorkên traktoran suyar dibin û diçin nava zeviyên îsotan dixebitin. Karker xwarina taştê û firavînê bi selikan bi xwe re dibin û taştê û firavîna xwe li nava zeviyan di bin siya daran de dixwin. Karkerên jin serê sibê penîr û zeytunan û firavînan jî kartol, freng û xwarinên din amade dikin û dixwin. Jinên ku rojê 10 saetan dixebitin rojê bi 50 TL dixebitin û ji sedî 10 didin simsar. Rojê bi 50 tl dixebiti û 5 tl didin simsar.
Jinên ku ji bo debara malbatê bikin di nava şert û mercên giran de dixebitin kedek zêde didin û keda wan ji aliyê simsar ve tê xwarin. Jinên karê zeviyan dikin diyar kirin ku ji bo debara malê bikin neçarin vî kari bikin.

'Em neçarin kar bikin'

Dayika 3 zarokan Gulistan Karacan, anî ziman ku ji bo debara zarokên xwe bikin neçare kar bike û wiha got: "Karê isotan gelek sor e. Pir tûjin û destê mirovan dişewitîne. Ji ber ku pir tûjin em pir zahmetiyan dijîn. Hin caran bandorê li ser bêhn stendinê jidek. Em di nava şertên dijwar de dixebitin, lê keda me tê xwarin. Em nikarin debara xwe bikin. Em ji bo zaroken xwe neçarin vî karî bikin"


Karacan, da zanîn ku karekî pir zor û zahmet e û wiha got: "Em hem di nava zeviyan de dixebitin û hem jî li malê li zarokan dinerin. Ez li malê 3 zarokan xwedî dikim."

'Ger ku ez nexebitim ez dê birçî bimînim'

Jina bi nave Sidika Gul jî anî ziman ku ji ber hevserê wê girtî ye ew neçar e kar bike û debara malbatê bike. Gul, anî ziman ku hemû karê zor û keda wê erzan jin dike, lê keda jinan nayê ditîn û qîmeta keda wan tune ye. Gul, da zanîn ku herî zêde keda jine têxwarin û wiha gt: "Ez 4 zarokan didim xwendin. Li malê tenê ez kar dikim. Ez hem kar dikim û hem jî zarokan xwedî dikim. Hemû karê malê û karê zeviyê li ser pişta min e. Ger ku ez kar nakim ez dê li gel 4 zarokên xwe birçî bimînim.

Jina karker Cahide Karacan jî ani ziman ku isot pir tuj in û ji ber tujiya îsotan karê isotan hem giran e û hem jî zahmet e. Karacan, anî ziman ku ew mecbûre debara zarokên xwe bike û ger ku nexebite nikare debara zarokan û malê bike. Karaca jî anî ziman ku keda wan tê xwarin û heqê wan nayê parastin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN