AKP li şûna ava bike xira dike
ÎZMÎR (DÎHA) - Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, gotina Jean Paul Sartre a di serdema Şerê Cezayirê de gotibû "Fransa demekê navê welatekî bû, lê niha ew navê nexweşiya ruh e." bibîr xist û wiha got: "Li Tirkiye jî rêveçûn vê yekê nîşanî me dide. Hikûmet li şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêkan kor dike. Li şûna ava bike xera dike."
Îktîdara AKP'ê li ser navê têkoşîna bi darbeyê re bi pirani weşan û televîzyonên kurdî gelek televîzyon û radyoyên muxalif girtin. Akademisyen û hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Îzmirê Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmi Yoruk, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî weşanên muxalif û siyaseta Tirkiye nirxand. Fehmî Yoruk, diyar kir ku îktîdara AKP'ê li şûna pirsgirêkên civakî çareser bike bêtir pirsgirêkan kor û kûr dike.
'AKP'ê rê li pêşiya darbeyê vekir'
Yoruk, ani ziman ku dewlet li dora senteza Îslama Tirk xwe ji nûve ava dike û ev Tirkiye ber bi restorasyona faşizan ve dibe. Yoruk, anî ziman ku dema ew li mirovên tên qetilkirin û medyayên tên girtin temaşe dike, tevgera kurdan û yên çareseriya siyasî dixwazin dibîne. Yoruk, da zanîn ku bi taybetî piştî 15'ê Tîrmehê hikûmetê firsetên di destê xwe de li dijî kesên muxalif pek anî û wiha got: "Di serî de Rojnameya Ozgur Gundem û gelek qanalên televîzyonan yên zêdetir aştî û çareserî dixwestin kirin hedef û mohra "tawanbar" li wan xist. Piştre rojname, televîzyon û radyo girtin. Îktîdara AKP'ê ji roja hatiye îktîdarê heta niha her dem sozên demokrasiyê dide gel. Lê tabloya ku îro tê dîtin, rewşa faşizan derdikeve pêşberî me. Em bi girtinan re rû bi rû ne.
'Krîza nasnameyan kur dibe'
Yoruk, da zanîn ku li ser dijminantiya kurdan li ser bingehê îslamê û birdoziyek faşîzan blokek nû tê avakirin û wiha berdewam kir: "Ji qada perwerde, çand, medya û heta hiqûqê rêveberiya otorîter û muhafazakar pêş dikeve. Dixwazin hemû nasnameyen cuda bitepisine. Krîza heyî dê bêtir kur bibe. Dê di kada derûnî de encamên travmatik derxe holê. Ji ber vê yekê hikûmet li şûna çareseriyê pêş bixe bi van polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê pirsgirêkan kur dike."
Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, gotina Jean Paul Sartre a di serdema Şerê Cezayirê de gotibû "Fransa demekê navê welatekî bû, lê niha ew navê nexweşiya ruh e." bibîr xist û wiha got: "Li Tirkiye jî rêveçûn vê yekê nîşanî me dide. Hikûmet li şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêkan kor dike. Li şûna ava bike xera dike. Îro jî ev nexweşî li Tirkiye derdikeve holê. Ger ku li Tirkiye wisa bidome gotin dê ji bo Tirkiye jî derbas bibe. Ev dê bandora xwe li ser hemû civakê bike. Bi taybeti dê zêdetir li ser jinê bike. Ji ber vê yekê divê hemû beşên civakê yên muxalif li dora aştî û demokrasiya rastîn bibin yek û hêza xwe û rêxistina xwe xurttir biki û bi hevre tekoşîna xwe bilind bikin. Ji bilî rêxistina hevpar û têkoşina hevpar a hêzên muxalif û demokrat hêviyên din tune ye."
(mae)