ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Temaşevanên dijberi şer yen lîstika Şano ya "Cilşoxane" ku behsa şerê Cihanê yê 1'emîn dike û rewşa civaka Firansizan tîne ziman, temaşe kirin, piştî fîlm bi dawî bû bi deqîqeyan li ser piyan li çepikan dan. Balkêşe ev kesên ku wisa li dijî şer bi deqîqeyan li çepikan dixin, li dijî şerê tenişta xwe bêdegn û razî ne. Ev sekna mirovan rastiya ku bertekên derewîn û seranser radixe ber çavan.
* Sê welatiyên astengdar ên li mala ku Mahmut Çar lê hat kuştin hatin binçavkirin, hatin berdan. Welatiyên astengdar îşkenceya li wan hat kirin vegotin. Welatiyan diyar kirin ku îşkenceyek hovane li wan hat kirin û ligel meh derbas bûn hêj şopa îşkenceyê li ser bedena wan e.
* Di rojên dawî de guhertina hewayê dest pê kir û ji ber hewa germ û sar nexweşî jî zêde bûn. Bi destpêka zermayê re etaran jî deriyên xwe vekirin û dest bi firotina giha û pinçaran kir.
* Malbata Beritan Hacioglu ya 6 salî ku ji ber xwarina li dibistanê jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, xwest ji bo Bêrîtanên din nemirin sûcdar bên cezakirin.
* Nunerê Komeleya Rojava yê Şirnexê Mehmet Bîrlîk diyar kir ku 20 hezar welatiyên Şirnexê li derdora bajêr di konan de têdikoşin û ji her kesî xwest ku gelê Şirnexê bi tenê nehêlin.
* Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Wanê girtina televîzyonan, dûrxistina kedkarên perwerdehiyê û operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd şermezar kir.
POLÎTÎKA
* Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, gotina Jean Paul Sartre a di serdema Şerê Cezayirê de gotibû "Fransa demekê navê welatekî bû, lê niha ew navê nexweşiya ruh e." bibîr xist û wiha got: "Li Tirkiye jî rêveçûn vê yekê nîşanî me dide. Hikûmet li şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêkan kor dike. Li şûna ava bike xera dike."
* Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku kesên ku beşdarî civîna eşîran bûne serokeşîr nînin kesên ku di salên 90'an de bi JÎTEM'ê re xebitîne û cerdevan in. Botan ji bo wan kesan nirxandina "li gundên xwe jî tu bandora wan tuneye" kir diyar kir ku ji bo kuştinên kiryar nediyar ên nû bingeh tê amadekirin.
JIN
* Li Navçeya Saruxanli ya Manîsayê karkerên jin ku rojê 10 saetan dixebitin keda wan ji aliyê patron û simsar (dayibaşi) ve tê xwarin.
* Li Rihayê Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jiyanê ya Jinê 7'emîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. (14.00) BI DÎMEN E
ABORÎ
* Aborînasê rexnegir Mustafa Sonmez rewşa aboriya Tirkiye nirxand û diyar kir ku Aboriya Tirkiye ji kontrolê derketiye. Sonmez, anî ziman ku niha aboriya Tirkiye di destê çend kesan de ye û ev ji hemû çavkaniyên Tirkiye pêşkêşî sermayedarên navneteweyî dike.
* Îsal demsala neçîra masiyan dest pê kir, lê masiyên li ser dezehan nayên firotin û eleqeyê nabînin. Masîvanên Edeneyê gazinç kirin û diyar kirin ku masiyên wan isal nayên firotin.
* Piştî Moody’s û S&P notê krediya Tirkiyeyê daxistin sewiyeya “çop”ê, niha hemû çav li benda nota Fîtch’ê ye. Aborînas û rexnegirên aboriyê diyar dikin ku, heke li Tirkiyeyê ji bo başkirina daneyên aboriyî, îstîkrara siyasî û polîtîk gav neyên avêtin, xuyaye dê Fîtch jî Tirkiyeyê daxe sewiyeya sergoyî û dê ber bi dawiya salê kaoseke dijwar xwe bide der.
* Li Salona Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê "Konferansa aboriyê" bê lidarxistin. (09.00)
EKOLOJÎ
* Sulava Harbiye ku di cîhanê de navdar e û wargeha turîzmê ye ji ber projeya şaredariya Hatayê ya bendav û rêyan zuha dibe.
* Projeya HES'ê ku bi biryara "Îstimlaka lezgîn" li ser Çemê Porsukê hat avakirin gundên herêmê di bin avê de hiştin. Welatiyan diyar kirin ku hemû zeviyên çandiniyê yên bi bereket tev di bin avêde man û şîrketa ku heqê wan nedaye wan gef li wan xwar.