DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan di serdegirtina DBP'ê de 13 kes binçav kirin

 
15 Cotmeh
23:06 2016

BEDLÎS (DÎHA) - Yekîneyen polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Bedlisê de girt. Polisan di serdegirtina avahiya DBP'ê de 13 kes binçav kirin.

Yekineyên Polîsên Tîmên Taybet bi ser avahiya DBPê ya Bedlisê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiyê de lêgerîn kir û piştî lêgerînê gelek welatiyen li avahiyê binçavkirin. Polîsan di serdegirtinê de Hevseroka DBP'ê ya Bedlisê Necla Hali jî di navde 13 kes binçavkirin û birin Midûriyeta Polisan a Bedlisê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Kesen hatin binçavkirin wiha ne: "Êndamê Meclîsa DBP'ê Bakî Bîngol, Hevseroka DBP'ê ya Bedlisê Necla Hali, Cîgirê Hevseroka HDP'e ya Bajar Ercan Guzelkaya, Rêveberê DBP'ê yê Bajar Hakim Kandore, Metin Yasak, Emredin Derse, Hurî Başboga, Îrfan Yalçinkaya, Vahap Barlak û Cahit Kaçan, dîsa kesen bi navê Evin, Semiha ve Abdullah ku paştavên wan nehat zanin binçavkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN