DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê her roj li dijî binçavkirinan çalakiyan pêk bînin

 
15 Cotmeh
21:29 2016

ANTALYA (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê li dijî biryara skandal a binçavkirina 55 kesan çalakî li dar xistin. Rêxistina HDP'ê bi gotina "Berxwedan serkeftinê tine" starta çalakiyan da û diyar kir ku heta kesên hatin binçavkirin bên berdan dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Dozgerê Komarê yê Antalyayê der barê 55 kesan de biryara skandal da. Dozgeriya Komarê der barê 55 kesên ku Nûçegîhanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê mehek berê hat berdan û parêzerên girtî bi îdîaya "Rêveberiya Rêxistina Girtîgehê" yên YDGH û YPS'ê biryara binçavkirinê da. Balkêş e der barê parêzerê meha borî hat girtin Prz. Hakan Evcin, Prz. Sidar Ozturk û Ozden Saldiran de biryara binçavkirinê da. Hat zanîn ku der barê 17 kesan de biryara lêgerînê didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Antalyayê biryara dozgeriyê ya binçavkirina 55 kesan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endam û rêveberên HDP'ê li Qada Attalosê kom bûn û daxuyanî dan. Gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn. Komê pankarta "Ji OHAL û binçavkirinan re bes e" vekir û siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Rêvebera HDP'ê ya Antalyayê Guney Bekdaş li vir daxuyanî da û got: "Tirkiye pişti darbeya 15'ê Tîrmehê bêtir ber bi faşîzmê ve diçe. Li şûna cemaeta Gulen perçebike, li dijî vîna kurdan a siyasî operasyon daye destpêkirin. AKP her kesî binçav dike û dixwaze her kesî bêdeng bike. Lê bila baş zanibe ku bi van girtin û binçavkirinan qet û qet nikare me têk bibe. Em tê heta dawî tekoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin. Ne girtin, ne jî êrîşên fazîşane nikare me têk bibe. Em her dem dibêjin teslimiyet îxanetê û berxwedan jî serkeftinê tîne. Em qet teslim nabin."

Rêxistina HDP'ê ya Antalya heta kesên hatin binçavkirin bên berdan dê her roj saet di 18.30'da li Qada Attalosê çalakiya rûniştinê pêk bînin û bertekên xwe bînin ziman.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN