DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtina radyo û televîzyonan hat şermezarkirin

 
15 Cotmeh
20:55 2016

EDENE (DÎHA) - Welatiyên Edeneyê û xebatkarên Radyo Dunya girtina radyo û televizyonan bi çalakiyekê şermezar kirin. Welatiyên girtina radyo û televîzyonan şermezar kirin gotin "Dest nedin radyo û televîzyonên me"

Li Taxa Firatê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê komek welatî û xebatkarên Radyo Dunya li ber Nûnertiya HDP'ê ya Firatê kom û girtina radyo û televîzyonên kurdan şermezar kirin. Welatiyan pankarta "Dest nede radyo û televizyonên me" vekirin û siloganên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin. Li vir li ser navê Komê Gerînendeya Giştî ya Weşana Radyo Dunya Medine Gumuş daxuyanî da û diyar kir ku îktîdar hinceta darbeya leşkeri ya faşist dike hincet û radyo û televizyonên muxalif digere. Gumuş, anî ziman ku heta hişmendiya OHAL'ê ya dijdemokratîk hebe ew dê li dijî vê hişmeniyê têbikoşin û tekoşîna xwe li her derê bilind bikin. Gumuş, anî ziman ku hişmendiya ji weşana Zarok TV bitirse nikare xizmeta civakê bike û fêda wê li civakê nabe. Gumuş, anî ziman ku li ser girtiyên siyasî jî îşkenceya giran tê kirin û operasyonên li dijî rêveberên HDP û DBP'ê şermezar kir. Gumuş, herî dawî anî ziman ku ew van pekaninên dijdemokratîk qebûl nakin û got: "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin."

Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN