Di hefteya 238'emîn de xwestin girtiyê nexweş Înce bê berdan
STENBOL (DÎHA) - Di çalakiya ÎHD'ê ya Tîpa F de vê hefteyê hate xwestin ku girtiyê nexweş Yaşar Înce bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş cara 238'emîn çalakiya xwe ya Tîpa F li Qada Galatasarayê li dar xistin.
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş Yaşar Înce yê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê Umît Dolu ve hat xwendin.
Dolu da zanîn ku ew ji bo girtiyê nexweş Yaşar Înce yê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dimîne bê berdan li vir kom bûne û wiha got: "Înce nexweşê Hepatît B ye, tedawiya wî tê paşxistin û ji ber direng mudaxele kirin nexweşiya wî giran bûye. Ger ev wiha berdewam bike dê bibe sedema nexweşiyên qanser kezeba reş û sîrozê. Di nameya ku Înce şandiye de dijêne ew nikare êdî behnê bigire û piştî rêwîtiya 11 saetên di rîngê de ew ji Girtîgeha Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê kirine. Gelek nexweşiyên Înce hene û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Ji bo tedawiya wî tiştek nayê kirin û sewqên wî yên nexweşxaneyê hertim tên paşxistin. Em wekî parêzvanên mafê mirovan dibêjin divê Yaşar Înce û hemû girtiyên nexweş bên berdan."
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
(mb)