DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA bi jinên Serhedê re tê ba hev

15 Cotmeh
15:25 2016

AMED (DÎHA) - Hevparên KJA'yê, di çarçoveya kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" dê bi jinên li herêma Serhedê re bên gele hev.

Çalakî û xebatên di çarçoveya kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ku ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) di 5'ê Tebaxê de hatibû despêkirin de berdewam dikin. Koordînasyona kampanyayê diyar kir ku ew ê di hefteya bê di bin navê "Hevdîtina Jinan" de bi jinên li herêma Serhedê re bên gel hev û agahiya çalakiyan da.

Di çarçoveya bermaneya hatiye amadekirin de dê di 22'yê Cotmehê de li Agiriyê li Salona Dawetê ya Karîzma hevdîtina jinan pêk were û dê berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Parlamentera Agiriyê Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û hunermend Roja tevlî hevdîtina jinan bibin.

Di hevdîtina ku dê di 27'ê Cotmehê de li Mûşê pêk were de, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Parlammentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran tevlî bibin.

Di hevdîtina ku dê di 31'ê Cotmehê de jî Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Pervîn Buldan û Huda Kaya tevlî bibin.


(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN