Qeyûmê parêzerê Şaredariyê yê 13 salan ji kar avêt
ÊLIH (DÎHA) - Parêzerê Şaredariya Êlihê û Rêberê PKK Abdullah Ocalan Mêhdî Oztuzun ê ku 13 salin parêzeriya şaredariyê dike qeyûmê peyman fesih kir û ji peyvirê girt.
Bêhiqûqî û pêkanînên di çarçoveya Biryara di Hukmê de Qanîn qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin didome. Piştî ku parêzerê Şaredariya Farqînê ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin, niha jî Midûriyeta Karê Hiqûqê ya şaredariya Êlihê bi îmzeya Alîkarê qeyûmê Êlihê Abdulvahap Asma, parêzerê Şaredariya Êlihê û Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Mêhdî Oztuzun peymana wî ya şaredariyê fesh kir û ji kar avêt.
Hem fesh dike û hem jî deyndar dike
Di teblîxa feshkirinê de Oztuzun bi hinceta “Bêdestûr û bêmazeret nehatiye kar” ji kar hat derxistin. Her wiha di teblîxê de hat dîtin ku fesha peymana Oztuzun a şaredariyê di 5’ê cotmehê de hatiye dayîn û di teblîxê de hatiye xwestin ku 793,96 TL’yê piştî 5’ê cotmehê ji Oztuzun re hatiye razandin heta 7 rojan vî pereyî paş de bide şaredariyê.
‘Ez bi awayek exlaq û polîtîk nikarim bixebitim’
Parêzer Ozutuzun têkildarî fesihkirinê ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir kir ku wî dema hêj nû qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin ji qeyûmê re gotiye dê bi wan re nexebite û got ku dê tu hewldanên wî yên ji bo bizivire kar çênebin. Oztuzun destnîşan kir ku ev bû 13 sal li şaredariya Êlihê parêzeriyê dike û wiha got: “Di pêvajoyêk mirov bên qetilkirin, bi erdê re bên kaşkirin, di jêrzemînan de bên şewitandin û girtin qeyûm ne di rojeva min de ye. Li dijî vê berxwedan lazim e. Ez bi awayekî exlaq û polîtîk nikarim bi qeyûmê re bixebitim.”
Oztuzun di bin navê operasyona “KCK” a ku li ser parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan di sala 2011’an de pêk hat hatibû girtin û nêzî du sal û nîv di girtîgehê da ma û piştî wê tahliye bûbû.
(bg/mae)