DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

10 neviyên ku ji Geverê hatin Stenbolê aqûbeta bapîrê xwe pirsîn

 
15 Cotmeh
14:51 2016

STENBOL (DÎHA) - Dayikên Şemiyê di lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin de di hefteya 603'yemîn de aqûbeta welatiyên bi navê Abdulkerîm Yurtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken ku di sala 1995'an de li Geverê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. Neviyên Yurtseven xwestin ku kujerên bapîrê wan bê darizandin.


Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin bê ronîkirin, kiryar bên darizandin cara 603'yemîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hat vekirin û qurnefîl danîn ser pankartê, wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta welatiyên bi navê Abdulkerîm Yurtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken ên di 27'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Gevera Colemêrgê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.

Di çalakiyê de Parlamenterê CHP'ê ya Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û 10 neviyên Abdulkerîm Yurtsever ên ku ji Geverê hatine Stenbolê amade bûn.

'Em ê li qadan bin'

Neviya Abdulkerîm Yurtsever, Bêrîvan Yurtsever da zanîn ku dixwazin li ser doza bapîrê wê de bigirin û wiha got: "Di salên 90'î de xizmên me digirtin û winda dikirin, îro jî li kolanan qetil dikin. Ger em bêdeng bibin em ê cesaretê bikin kesên ku xizmên me qetilkirine. Hûn dizanin ku bê bapîr mezinbûn çawaye. Heta em gora bapîrê xwe nebînin em ê li qadan daxwaza xwe ya edaletê bidomînin."

Neviya Abdulkerîm Yurtsever a din Şîlan Yurtseven jî wiha axivî: "Ev sê nifşe ku em li qadan li edaletê digerin. Çi sûcê bapîrê min ê 73 salî hebû ji bilî kurd bûnê?"

Daxuyaniya hefteyê ji aliyê mirovên şemiyê Mîne Nazarî ve hat xwend. Nazarî da zanîn ku di sedsala 21'emîn de ji ber pêkanînên bêhiqûqî yên OHAL'ê, kesên hatine qetilkirin, gundên hatine hilweşandin û yên hatine windakirin rastiya vî welatiye û wiha pêde çû: "Yek ji navendên binpêkirinên mafan Gever e. di 27'ê Cotmeha 1995'an de Tabura Komando ya Geverê ku di bin fermandariya Mehmehet Emîn Yurdakul de bûn bi ser gundê Agaçli de girtin. Leşkeran bi qundaxên çekan li welatiyan xistin, kesên kal di erdê re kaş kirin û li meydana gund kom kirin. Kesên li meydanê kom kirin li wan xistin. Abdulkerîm Yurtsever ê 73 salî ku ne dikarî rêve biçe, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî binçav kirin, li wesayîtên leşerî siwar kirin û birin Tabura Cendirmeyan a Geverê. Malbatên ku ji bo xizmên xwe bipirsin çûn qereqolê diyar kirin ku wan Mîkdat Ozeken di nava xwînê de dîtine û serlêdana malbatan bê encam maye. Ji bo her 3 welatiyan hemû saziyên fermî gotin ku nedibin çavan de ne."

Tirkiyeyê sûcê xwe qebûl kir
Nazarî da zanîn ku piştî salan, di pirtûka ku îtîrafçi Kahraman Bîlgîç ê ku di dema binçavkirinan de amade bû nivîsandî û îfadeya xwe ya dadgehê de dibêje 'gundiyên ku bi fermana serdar hatin kuştin di gorên ku wan bi xwe kolane de hatin veşartin' û wiha domand: "Malbatên ku tu encam ji hiqûqa navxweyî ne girtin, doz birin DMME'yê. Doz di sala 2003'ya de bi encam bû. Hikûmeta AKP'ê di parstina xwe ya DMME'yê de sûc qebûl kiriye, gotine ew ji ber windabûna her 3 gundiyan xembînin û ew ê ji bo kesên winda bûne lêpirsîne bidin destpêkirin. Her wiha Tirkiyeyê Serpel Nîhat Yîgît, îtîrafçi Kahraman Bîlgîç, Fermandarê Tabûra Komando ya Geverê Serdar Mehmet Emîn Yurdakul wekî berpirsên kuştina Abdulkerîm Yurtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken dîtin. Hikûmeta ku şert û mercên OHAL'ê avakirine berpirsê hemû pêkanîna ne. Em dixwazin kujerên Yurtseven, Ozeken û Saritaş bên darizandin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN