DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Lîsteya skandal a binçavkirina 55 kesan

 
15 Cotmeh
14:29 2016

ANTALYA (DÎHA) - Dozgerê Komarê yê Antalyayê lîsteya skantal a binçavkirina 55 kesan amade kir. Dosgerê Komarê der barê Parêzerê girtî Hakan Evcin, Firat Goktepe û Ahmet Nadiroglu yên girtî û Nûçegîhanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê mehek berê hat berdan bi îdîaya "Rêveberiya Rêxistina Girtîgehê" tawanbar kir.


Dozgerê Komarê yê Antalyayê de der barê 55 kesan de biryara skandal da. Dozgeriya Komarê der barê 55 kesên ku Nûçegîhanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê mehek berê hat berdan û parêzerên girtî bi îdîaya "Rêveberiya Rêxistina Girtîgehê" yên YDGH û YPS'ê biryara binçavkirinê da. Balkêş e der barê parêzerê meha borî hat girtin Prz. Hakan Evcin, Prz. Sidar Ozturk û Ozden Saldiran de biryara binçavkirinê da.
Hat zanîn ku der barê 17 kesan de biryara lêgerînê didome.

Lîsteya ku navê 36 kesan hat fêrbûn wiha ye: Prz. Sîdar Ozturk, Prz. Ozden Saldiran, Prz. Hakan Evcin (girtî), Dilan Demir, Ramazan Memiş, Firat Goktepe (girti), Fırat Bozkurt, Sedat Alkan, Uğur Devran Uner, Harun Irmak, Suleyman Keskin, Rezan Cengiz, Mehmet Hadi Bayhan, Ahmet Nadiroğlu (girtî) Şeyhmuz Çelik, Enes Kaya, Mazlum Demir, Mehmet Halim Oral, Serkan Nazlı, Emrah Salhan, Batıkan Mert Aslan, Rahşan Kara, Ferhat Pekol, Fatma Aksin, Emine Parlayan, Şükran Aydın, Agit Başboğa, Mizgin Ozer, Yunus Kurt, Aydin Bayhan, Eyyup Benek, Erhan Oztunç, Eylem Onat, Nûçegîhanê DÎHA'yê Feyyaz İmrak, Berivan û Deniz Yıldız

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN