DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Welatên dagirker dîsa li Lozanê li hev kom dibin

 
15 Cotmeh
12:38 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wezîrê Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov vê carê jî têkîldarî krîza li Sûriyeyê li Lozanê dicivin. Di hevdîtinê de wê Îran û Tirkiye jî hebin.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê Wezîrê Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov vê carê jî têkîldarî krîza li Sûriyeyê li Lozanê dicivin. Hevdîtina di pêşengiya Lavrov û Kerry de dê vê Şemiyê li Lozanê pêk were. Hat diyarkirin ku her dıu alî dê di vê hevdîtinê de krîza li Sûriyeyê niqaş bikin.

Tê payin ku Tirkiye û Erebîstana Siûdî jî tevlî civîna li Lozanê bibin. Tê gotin ku Qeter jî dikare tevlî bibe. Ev her sê welat bi piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên li Sûriyeyê ne tên nasîn.

Ji berdevkên Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku dê Wezîrê Derve Cewad Zerîf tevlî konferansa li Lozanê bibe. Li gor berdevk, dê nûnerên Iraq û Misrê jî tevlî civînê bibin.

Balkêşe ku welatên dagirker li ser Kurdistanê tevlî civînê dibin. Lozan bi peyamana xwe ya parçekirina kurdistanê di navbera van dagirkeran de tê naskirin. Her wiha mijarek balkêş a din jî ew e ku li heman hotêla ku peyaman Lozanê ya parçekirina Kurdistanê hatibû îmzekirin, dîsa ev civîn tê lidarxistin. Derveyî mijara Sûriyeyê nayê zanîn dê çi were nîqaş kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN