Li Dêrikê 7 kes hatin binçavkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Li gundên Dêrikê leşkerên bi ser malan de girtin ji malbata Dûrsûn 5 kes û welatiyên bi navê Muhsîn Yilmaz û Tahsîn Erkan binçav kirin. Tê payîn ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir be.
Li gundên Qubilmê û Şkestinê yên Dêrika Mêrdînê leşkeran bi ser malan de girtin 7 kes binçav kirin. Leşkerên ku bi ser gundê Qubilmê de girtin Rêveberê berê yê DBP'ê Muhsîn Yilmaz û Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Tahsîn Erkan binçav kirin. Hate hînbûn ku Yilmaz li Mudiriyeta Polîsan a Dêrikê û Erkan jî li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.
Ji malbatekê 5 kes hatin binçavkirin û nayê zanîn li ku ne
Leşkerên ku ewil bi ser mala Dûrsûn a taxa Kaniya Guzê ya Dêrikê de girtin dema ku malbat li malê nedîtin bi ser gundê Skeştinê de girtin û ji malbatê Abdurrahman Dûrsûn, Semîha Dûrsûn û zarokên wan Ferhat, Welat û Demhat Dûrsûn binçav kirin. Piştî ku leşkeran malbata Dûrsûn xiste bin çavan êdî agahî ji wan nehat wergirtin û nayê zanîn ku malbat birine ku.
(kom/no/mae)