DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Parêzerê girtî jî di navde ji bo 55 kesan biryara lêgerîne dan

 
15 Cotmeh
11:09 2016

ANTALYA (DÎHA) - Polîsên Antalyayê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Derket holê ku Nûçegîhanê me yê Antalyayê Feyaz Irmak û Parêzerê Girtî Hakan Evcîn jî di navde der barê 55 kesan biryara lêgrînê hatiye dayîn.

Yekîneyên polîsan li Antalyaye serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polsan di serdegirtina mal û kargeriyan de lêgerîn pêk anîn. Nehat zanîn ku heta niha çiqas kes hatine binçavkirin. Lê hat zanîn ku Nûçegîhanê me yê Antalyayê Feyyaz Îmrak jî di navde der barê 55 kesan de biryara lêgerînê hatiye dayîn. Nûçegihanê me yê Antalya Feyaz Irmak meha borî ji Girtîgeha Tipa L Antalyayê hatibû berdan. Dîsa derket holê ku der barê parêzê girtî Hakan Evcin de jî biryara girtinê hatiye dayîn. Disa der barê parêzer Sidar Ozturk û Ozden Saldıran de jî biryara lêgerinê hat dayîn.

(mae)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN