Li Antalyayê serdegirtina malan
ANTALYA (DÎHA) - Polîsan li Antalyayê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
Polîsan li Antalyayê di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li gelek malên ku mala parêzer Sîdar Ozturk jî di nav de heye lêgerîn pêk anîn û hat zanîn ku gelek kes jî hatin binçavkirin. Kesên ku hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Antalyayê û hat ragihandin ku piştî lêgerîn bi dawî bûn dê hêjmara binçavkirinan zêde bibin.
(mb)