DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Aksarayê rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin

15 Cotmeh
10:01 2016

ENQERE (DÎHA) - Li Aksarayê di operasyona li hemberî rêveberên HDP'ê de 7 kes hatin binçavkirin û hat zanîn ku lêgerîna 7 kes jî didome.

Ji aliyê Midûryeta Polîsan a Aksarayê ve li hemberî rêverbirên HDP'ê di saetên serê sibê de operasyon hat destpêkirin. Di operasyonên ku hemwext de, ji 14 kesên ku derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayîn 7 kes hatin binçavkirin û lêgerîna 7 kesên din jî didome. HDP'iyên hatin binçavkirin piştî di kontrola tendirûstiyê re hatin derbaskirin birine Midûryeta Polîsan a Aksarayê.

Navê kesên hatine binçavkirin wihane: Îsmaîl Duygun, Rifat Sarikaya, Şengul Duman, Cengîz Palta, Ercan Palta, Îsmaîl Sarıkaya û Akîf Erdogan.

Serokê HDP'a Aksarayê Muhîttîn Yilmaz di daxuyaniya ku derbarê operasyonan kirî de wiha got: "Bi pêkanînên OHAL'ê re rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Rêveberên HDP'ê yên Aksarayê jî bi awayekî bêmafî binçav kirin. Tu eleqeya hevalên me bi sûcdariyên ku tên kirin re tuneye."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN