Walîtiyê destur neda projeya şaredariyê
ŞIRNEX (DÎHA) - Walîtiyê projeya Şaredariya Şirnex a avakirina 400 xaniyên ji bo gelê Şirnexê werin çêkirin bi hinceta, "Çavkaniyên cemaweriyê beredayî were bikaranîn" red kir û destûrê nade ku şaredarî vê projeyê pêk bîne.
Li Şirnexê qedexeya derketina derve 216 roj li pey xwe hişt û piştî dawîbûna şerê li bajêr bi mehan e hilweşandin berdewam dike. Bi taybetî li taxên Dîcle, Bahçelîevler, Cumhuriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşîlyurtê sedê 70 malên gel hatine hilweşandin. Dewleta ku ji sedî 70'ê Şirnex xerakiriye li hemberî avakirinê jî polîtîkayên dijminahiyê xistiye dewrê. Şaredariya Şirnex a ku xwest ku li ser arsayê şaredariyê ku li derveyî bajêr e 400 xaniyan ava bike lê Walîtiya Şirnexê bi hinceta dê, "Çavkaniyên kamuyê beredayî were bikaranîn" destûr neda.
'Polîsan karkerên me yên dest çêkirina xaniyan kir asteng kirin'
Hevşardarê Şirnexê Serhat Kadirhan derbarê astengkirina projeya şaredariyê de got ku dema wesayîtên wan dest bi kar kir ji aliyê posalîn ve hatin astengkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi hezaran kes di konan de dimînin. Ji ber ku em gel ji seqemê biparêzin me xwest em projeyek ku qasî 400 avahiyan pêk tê çêbikin û hemû amadekariyên me qediyabûn. Lê dema ku wesayîtên me yên kar dest bi kar kirin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin û destûr nedar karkerên me bixebitin."
'Walîtiyê projeya me ya ji bo gel red kir'
Kadirhan destnîşan kir ku piştî astengkirina polîsan wan ji walîtiyê re nivîsa fermî şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser vê me ji Walîtiya Şirnexê re nivîsek şand û me ew agahdar kirin ku em ê perojeya xwe ya ku ji 400 malan pêk tê bêxin meriyetê û çêkin. Piştre walîtiyê bi rêya telefonê li me geriya û got heya ew derbarê mijarê de biryarekê newegirin dê destûrê nedin çêkirina xaniyan. Em jî qasî 10 rojan li benda wan sekînin. Lê belê hefteya derbas bûyî cardin walîtiyê li me geriya û ragihand ku ew ê destûra çêkirina xaniyan nedin."
Bi astengkirina vê projeyê walîtiyê armanca xwe ya li hember gelê Şirnexê diyar dike
Kadîrhan diyar kir ku dema wan sedema destûrnedayîna avakirina xaniyan pirs kiriye bersiva, "Dê çavkaniyên kamuyê beredayî bên bikaranîn" wergirtine û wiha pêde çû: "Çêkirina malan û ji seqemê parastina gelê Şirnexê weke xirakirina çavkaniyên gelemperî dîbîne. Lê berovajî vê ev proje wê çavkaniya gelemperî xistiba xizmeta gel. Encama ku me ji vê biryarê derxistî ew e ku walîtî û dewlet naxwaze gel carek din vegere Şirnexê û li Şirnexê bicîh bibe."
Kadirhan herî dawî got ku çi bibe bila bibe dê gelê Şirnexê vegere bajarê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê Şirnexê bi biryardariyek mezin li benda vegera Şirnexê ye. Dema qedexeya derketina derve ya ku li Şirnexê tê meşandin rabe wê gel dîsa vegere ser axa xwe. Em û gel dê Şirnexê ji nû ve ava bikin."
(kom/no)