DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Jinên siyasetmedar: Em ê têkoşîna hebûnê bidomînin

 
15 Cotmeh
09:05 2016

AMED (DÎHA) – Hevserokên jin ên DBP’î operasyonên binçavkirinê yên li dijî siyaseta kurd nirxandin û gotin: “Operasyonên binçavkirinê li dijî îradeya jinê ye. Li dijî vê em ê di siyasetê de têkoşîna xwe ya hebûnê bidomînin.”

Siyaseta kurd, li dijî operasyonên girtin û binçavkirinê yên ku her diçin zêde dibin jî xebatn xwe yî rêxistinbûyînê didomînin. Bi taybetî di hefteya dawî de bi dehan hevserokên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Hevserokên jin ên DBP’î operasyonên qirkirina siyasî yên bi taybetî li dijî îradeya jinê ne, nirxandin.

'Binçavkirin ji bo tepisandina jina ye’

Hevseroka DBP’a Rihayê Yasemîn Kiliç, bi bîr xist ku di hefteya dawî da gelek hevalên wan hatine binçavkirin û got, binçavkirinên ku tên kirin berdewama operasyonên “KCK” ne. Kiliç a ku got, AKP polîtîkaya xwe yî zext ûz oriyê bi taybetî li ser jinên siyasetmedar dimeşîne dest nîşan kir ku, ew dê tu encamê ji vê negirin. Kiliç wiha axivî: “Di hedefa taybet a AKP’ê de temsîliyeta wekheviyê heye. Çimkî di siyaseta AKP’ê de cihê jinê tune ye. Ji berk u tune ye jî, jinên DBP û HDP’î hedef digire û dixwaze wan di warê siyasetê de bitepisîne. Em ê têkoşîna xwe zeximtir bikin. Dê ncamê negirin. Em natirsin! Em ê ji siyasetê jî bi paş ve gav neavêjin.”

'Yê mafdar serî natewîne’

Hevseroka DBP’a Dersimê Hulya Yer jî got, AKP li dijî hemû kesên ne ji wê bin fûryaya zext zilmê daye destpêkirin û bi vê re binçavkirin zêde dike. Yer dest nîşan kir ku, AKP di şexsê kurdan de dixwaze gelan bitepisîne û wiha axivî: “Nêzîkatiyeke ku îradeya gel nahesibîne heye. Ji dîrokê heta niha ev zilm her berdewam kirin. Em ê li dijî vê zilmê teslîm nebin. Çimkî gelên mafdar, tu carî li ber zilmê serî antewîne.”

'Yên ji KCK’Ê em darizandin, niha ew bi xwe girtî ne’

Yer a ku got di operasyonên "KCK"ê de ew jî hatibû binçavkirin û girtin wiha axivî: “Bi binçavkirin û girtinan em neqedandin. Nikaribûn em ji doza me vegerînin. Ji ber vê AKP dê careke din di binçavkirin û girtinan de bê mehkûmkirin. Dadwer û dozgerên ku di doza KCK’ê de em darizandin, îro ew bi xwe girtîne. Em ê dev ji doza xwe yî aşitî, azadî û edaletê bernedin. Em ê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna xwe bidomînin.”

'Ev operasyonên li dijî îradeya jinê ne’

Yer balê kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha got: “Sedema bingehîn a van pêkûtî û binçavkirinan, polîtîkaya devjêberdan û tepisandina jina kurd e. Dixwazin atmosfereke tirsê çêbikin. Em natirsin. Em ê têkşîna xwe di siyasetê de bidomînin. Operasyonên binçavkirinê, operasyonên li dijî îradeya jinê ye. Dixwazin bi vê re di siyasetê de jinê berteraf bikin.”

'Bila hevalên me serbest berdin’

Hevseroka DBP’a Sêrtê Kiymet Mût jî diyar kir ku, operasyonên qirkirina siyasî yên niha tu ferqqa wan ji operasyonên “KCK” tune ye û wiha got: “Feraseta dewletê neguherî. Dê bi van qirkirinan tu encamê negire.” Mût anî ziman ku ew ê li dijî pêkûtiyan bi awayekî hêzdar têkoşîna xwe bidomînin û dest nîşan kri ku, pêkûtî û zilma AKP’ê dê dawiyê li xwe bîne. Mût got, ji ber AKP ji hêza jina rêxistinbûyî ya partiya wan ditirse êrîşa zêde dike û xwest demildest hevalên wan bên berdan.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN