Li Licê amadekariyên operasyonek nû tê kirin
AMED (DÎHA) - Li çoltera Licê hêzên dewletê li gelek herêman derketin operasyonê û li navçeyê amadekariyê operasyonek nû tê kirin.
Hêzên dewletê ango leşker li gelek herêmên çoltera gundên Licê ya Amedê amadekariya operasyon û şerek mezin dikin. Li gorî agahiyên çavkaniyên heremî ragihandin artêşa tirk li çoltera gundên Sîsê, Dêrxûs û Kerwasê derketin operasyonê.
Di saetên nîvro de konvoya ji dehan wesayitan pêk dihat û di nava wê de wesayitên sinyalên telefon û telsîzan dibirin (Jammer), wesayitên zirxî yên ku pê sewkiyata leşkeran tên kirin, wesatiyên wekî Kobra û Ejder tên naskirin û çekên giran li ser wan barkirîne ber bi Licê derketin rê. Di konvoyê de 2 tank jî li pişta TIR’an barkirî di nava konvoyê de cih digirtin ber bi Licê ve hatin şandin.
Welatiyên gundê Kerwasê jî aşkere kirin ku leşker ji herema Sîsê ber bi çolterê ve derketine operasyonê.
Wesayîtek sivîl hat bombebarankirin
Duh êvarê helîkopterên bi tîpa kobra wesayitek sivîl jî gulebaran kir. Derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin. Nehat zanîn ku wesayîta hat bomberankirin a kî ye.
(la-ua/bg)