Rêxistinên çapemenyê EUTELSAT şermezar kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Xebatkarên EFJ, Med Nuçe TV, Newroz TV, Ronahi TV û Stêrk TV li Brukselê qutkirina weşanan EUTELSAT'ê şermezar kirin.
Zextên AKP'ê yên li ser çapemeniya kurd didome. Li hemberî zextên li ser çapemeniyê bertek jî didomin. Xebatkarên televîzyonên kurd ên Med Nuçe TV, Newroz TV, Ronahi TV û Stêrk TV li Brukselê ligel Federasyona Rojnamegerên Ewropa (EFJ) bi daxuyaniyek hevpar helwesta EUTELSAT'ê şermezar kir. Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ), qutkirina weşanên televîzyonên Med Nûçe TV, Newroz, Ronahî û Stêrkê bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de li Press Clup Brussels a li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, rêveber û xebatkarên televîzyonan, ji Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Anthony Bellanger û gelek dezgehên navneteweyî amade bûn. Rojnamevan Nivîskar Fusûn Erdogan, Edîtorê Med Nûçe TV û ji nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê ya hatî girtin Bakî Gul û xebatkarên Ozgur Gundemê Bayram Balci jî tevlî civînê bûn. Moderatortiya civîna çapemeniyê jî Nûnerê Federasyona Rojnamevanên Ewropa Mehmet Koksal kir. Koksal bal kişand ser rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê, ji bo axaftina destpêkê Ji Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Bellangerî dawetî kursiyê kir.
Ballanger: Li Tirkiye rojnameger keyfî tên girtin
Ballanger bi vegotina lêhûrbûna ziyareta xwe ya hefteya borî ya Tirkiyê dest bi axaftina xwe kir. Ballanger diyar kir azadiya çapemeniyê îro li gelek welatan tê binpêkirin lê li Tirkiyê bi awayekî kêfî girtina nûçegihanan û saziyên weşanan mirov ditirsîne û wiha got: ‘’Tê gotin lîsteyeke nûçeginan hatiye çêkirin ku Erdogan dixwaze wan bipirnisîne.’’ Ballanger diyar kir li Edene û Stenbolê gelek nûçegihan bi awayekî nehiqûqî hatine girtin û ji bo hevgiriya bi wan re kampanyaya îmzeyan berdewam dike.
Berjewendiyên aborî esas digirin
Ballangeer diyar kir saziyên mafên mirovan ên Ewropayê têkildarî zext û zordariyên li ser çapemeniyê pê re axivîne. Ballanger girtina Med Nûçe, Newroz, Stêrkê ku li Ewropa weşanê dikin weke helwesteke li gorî berjewendiyên aborî û polîtîk nîşan da û xwest ku Fransa li dijî Eutelsatê ku bi AKP’ê re di nav tifaqê de ye bibe xweyî helwest. Di civînê de wêneyên Med Nûçe yên ji qadên xwerêveberiyê jî hatin nîşandan.
Gul: hiqûqa Ewropa binpê kir
Edîtorê Med Nûçeyê Bakî Gul diya kir ku Eutelsat hiqûqa Ewropa binpê kiriye û bûye hevkarê polîtîkayên çewisîner ê Serokkomarê Tirk Erdogan. Gul anî ziman ku saziyên lîsansê divê pêşî hişyariyekê li wan bike lê tiştekî wiha jî ji wan re nehatiye û got: "Ji aliyê me ve doza ku rêveberî were rawestandin hatiye vekirin, bêyî ku li benda biryara hiqûqî were sekinandin, balkêş e ku Eutelsat weşand da rawestandin. RTUK’ê 17’ê Gulanê ji Eutelsatê re belgeyek şandiye. Ji Norwêç, Swêd û Belçîkayê jî hatiye xwestin ku weşan werin rawestandin. Vê weke têkoşîneke dijî darbeyê nîşan didin lê ne wiha ye. Ji ber ku belgeya ku hatin şandin beriya darbeyê ye, 17’ê Gulanê ye.’"
Helwesta Norveçê rexne kir
Gul da zanîn ku Norweçê ji RTUK’ê re gotiye, 'Ne pêkan e ku em weke Tirkiyê bikin, dijî hiqûqê ye’ Gul, bibîr xist ku Qirkirina sala 1914-1915’an a li ser Ermenan niha li ser Kurdan dikin' û wiha berdewam kir: "Li Şirnex Nisêbîn hêj dorpêç didome. Çapemeniya Kurd dixwazin rawestînin da ku polîtîkaya qirkirinê bikin.’’
Gul daxuyand ku Eutelsal zemînê çêdike ku dewleta Tirk û DAIŞ komkujiyan bikin û bang kir ku nûçegihan hev bigirin.
Rojnameger Erdogan: Divê em dengê xwe bilind bikin
Rojnameger Fusun Erdogan jî anî ziman ku karê rojnamegeriyê karekî bi rîsk e û wiha got: "Pîşeyê rojnamegeriyê pîşeyek bi rîsk e. Berî şer dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Girtina rojnamegeran, mohrkirina rojname, televîzyon û radyoyan wateya kurkirina şer e. Di salên 90'î de dihatin kuştin, niha digirin. Digirin û sûcekî bi wan ve dizeliqînin."
Erdogan, anî ziman ku Rejîma AKP'ê bi zextên li ser çapemeniyê 12 televizyon û 13 radyo girtine û wiha got: "Niha jî Med Nûçe û Newroz TV hatin girtin. Heta ku hişyarî neyê kirin û belgeyên fermî tune bin divê saziyek çapemeniyê neyên mohrkirin. Saziyên televîzyonê yên mohr dikin malên wan dewrî TRT'ê dikin."
Balci: Em piştevaniyê mezin bikin
Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê anî ziman ku ew bûye şahidên zextên li ser DÎHA, JINHA û Ozgur Gundemê u wiha got: "Rojnameya Ozgur Gundemê ji sala 1992'an heta niha rastî zext û zordariyê tê. Balci şahidiya zextên li ser çapemeniyê yek bi yek parvekir û bangli hemû xebatkarên çapemeniyê kir û xwet hemû xebatkarên çapemeniyê bibin yek û piştevaniya xwe zêde bike.
Heyeta ku ji Endamê KNK'ê Yilmaz Orkan û xebatkarên Med Nûçe TV pêk hat, bi Koma Parlamento ya Partiya Azadîxwaz, Ekolojîst û Çep (S.E.L) re hevdîtin kir.
(mae)