Banga 'dev ji pêkûtiyan berde' li AKP'ê kirin
COLEMÊRG / WAN (DÎHA) - Li Wan û Colemêrgê rêxistinên civakî yên sivîl bal kişandin li ser pêkûtî, binçavkirin, girtin û bipêkirinên mafan ên ku di demên dawî de zêde bûye û banga "devji polîtîkayên pêkûtiyê berda" li AKP'ê kirin.
Platforma Şaxên KESK'ê yê Colemêrgê ji bo ku balê bikişîne li ser polîtîkayên tasfiyekirinê ya li dijî kedkarên cameweriyê li avahiya KESK'ê daxuyanî dan. Sekretera Egîtîm Sen7ê Şekran Sonmez Guldal axivî û diyar kir ku bi hezaran mamoste ji ber ku mafên xwe yên sendîkayê bi kar anîne ji kar hatine durxistin, hedegirtina kedkarên perwerdehiyê yên ku perwerdehiya zanistî, laîk, zimanê dayikê diparêzin nayê qebûlkirin.
Guldal bilêv kir ku ew ê ji têkoşîna xwe tawîzê nedin.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
'Dev ji polîtîkayên pêkûtiyê berdin'
Platforma Yekîtiya Hêz û Kedê ya Wanê jî li avahiya KESK'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Serokê ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet axivî û diyar kir ku ji ber şerê didome gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran welatî jî hatine binçavkirin û hatine girtin.
Melet bal kişand li ser operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP'iyan jî û wiha got: "Divê AKP dev ji polîtîkayên pêkûtiyê berde. Divê hemû siyasetmedarên di bin çavan de bên berdan. OHAL divê bê rakirin. Divê îşkence û pêkûtiyên li girtîgehan ib dawî bibe."
(sa)