DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di bin çavan de îşkenceya giran

 
14 Cotmeh
15:39 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê 23 welatiyên piştî teqîna li dijî qereqola Dûrê pêk hat hatin binçavkirin rastî îşkenceyek giran hatin. Ji ber îşkenceyê hestiyên 2 welatiyan jî şikiyan û hat zanîn ku ev derbasî raporên nexweşxaneyê jî bûne.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî li dijî Qereqola Dûrê bi wesayîtek bombebarkirî çalakî pêk hat leşkeran di 11 mehê di ser gelek malên gundên Dûrê, Tîsê, Dêman û Helankê de girtin û 23 welatî binçavkirin. Piştî îfadeyên fermandariya cendermeyê ya navçeyê 22 kes serbest hatin berdan û kesek jî ji ber cezayeke derbarê wê de hatibû birîn, hat girtin.

Ji ber îşkenceyê nekarîn biaxivin

Derket holê ku welatiyên hatibûn binçavkirin dema lêpirsîna fermandariyê de rastî îşkenceyek giran hatine. Dema lêpirsînê de ji ber îşkenceya li welaityan hatine kirin laşê gelek welatiyan reş û hêşîn bûye û hestûyên 2 welatiyan jî şikiyane. Hat zanÎn ku ev şikestina hestûyan di raporên nexweşxaneyê de jî cih girtine. Her wiha li gorî hin dîmenên derketin holê de jî welatiyên rastî îşkenceyê hatine di axaftinê de jÎ zehmetîdikişînin.
Xizmên welatiyên kesên hatibûn binçavkirin jî demên paş de ji ajansa me re axivî bûn û gotibûn ku di qereqolê de kesên hatine binçavkirin rastî îşkenceyê ve tên.

Di noqteya kontrolê de jî îşkence û gef li welaitiyan xwaribûn

Li gundê Bêdevê ya Şemzînanê 2 roj ewilî hin leşkerên paye bilind ên Qereqola Beyyurduyê, welatiyên di kontrola nasnameyê de derbas kirin derp kiribûn. Welatiyên bi navê B.T., Î.Ç, A.E. û M.K. dema ji gund diçûn navenda navçeyê li noqteya kontrolê ya leşkeran hatin rawestandin. Leşkerên paye bilind li vê derê jî bi gotinên “Hûn terorîst in. Em ê vir veguherînin gola xwînê” gef li welatiyan xwaribû û bi amûrên metal li welatiyan îşkence kiribûn.

Li gundan dorpêç berdewam dike

Dîsa duh li navçeya Şemzînanê leşkeran rêya gundên Dêman û gundikên Meleviya, Tîsê û Hêlankê bi xendekan girtibûn. Ji ber qûtbûna rêya têkiliya navenda navçeyê û gundan pêk tîne welatî hêj nikarin hewcehiyên xwe yên rojane pêk bînin.

(gka)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN